Iraq ji bo Amerîkayê: Em ne parek ji hevrikiyan in
Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Derve ya Iraqê ragihand ku, welatê wê ne aliyek ji hevrikiyên deverê ye û naxwaze bibe parek ji wan jî. Tekez jî kir ku, hikûmet hemî bizavan ji bo rêgirtina li her berfirehbûneke leşkerî dike.
Wezareta Derve ya Iraqê îro (Pêncşem, 2ê Nîsana 2026ê) di daxuyaniyekê de ragihand ku, Iraq ne aliyek ji wan hevrikiyan e yên ku niha li deverê diqewimin.
Wezareta navbirî amaje bi wê yekê jî kir ku, wan bi hûrbînî daxuyaniya Balyozxaneya Amerîkayê ya li ser xeterên ewlehiyê şopandiye. Tekez jî kir ku, helwesta Bexdayê ji bo mayîna Iraqê li derveyî xeleka hevrikiyan mukom e.
Di wê daxuyaniyê de hatiye gotin ku, hikûmet rêyê li ber her alî yan kesekî digire ku bixwaze bi awayekî yekalî û berevajî siyaseta welat kar bike.
Wezareta navbirî zelal jî kir ku, nabe şaşîtiyên kesekî li ser hemî dezgehan bên gelemperîkirin, bi taybetî jî ku Iraq bi xwe yek ji wan welatan e yên ku ji ber encamên siyasî û aborî yên şer herî zêde zirar dîtine.
Wê çavkaniyê behsa wê yekê jî kir ku, di vê qonaxa hestyar de hikûmetê hemî bizavên xwe ji bo parastina nûnerîtiyên dîplomatîk, berjewendiyên biyanî û welatiyan zêde kirine û rêyê nade ku axa Iraqê bibe cihê destpêkirina tu êrîşan li ser welatên din.
Ev ronkirina Wezareta Derve ya Iraqê piştî wê yekê tê ku Balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê îro hişyariyeke ewlehiyê ya bilez da welatiyên xwe û ragihand ku, zanyar li ber destê wan hene ku komên çekdar bizavê dikin ku di 24 heta 48 saetên bê de li navenda Bexdayê êrîşan bikin.