Encûmena Ewlehiyê dengdana li ser projeqanûna Behreynê bo parastina Tengava Hurmizê paş xist

Navenda Nûçeyan (K24) - Encûmena Ewlehiyê ya Navneteweyî ew dengdana ku biryar bû îro (În, 3ê Nîsana 2026ê) li ser projeqanûneke pêşniyarkirî ya Behreynê hatiba kirin paş xist.

Li gorî karnameya fermî ya wê encûmenê, biryar bû pêşnîvroya îro Înê Encûmena Ewlehiyê (ku ji 15 endaman pêk tê) deng li ser wê projeqanûnê daba, lê şeva borî xişteya karan hat guhertin û dengdan ji bo demeke nediyar hat paşxist.

Çavkaniyên dîplomatîk amaje bi wê yekê dikin ku, sedema wê paşxistinê ew e ku Neteweyên Yekgirtî roja "Îniya Pîroz" (Good Friday) wek bêhnvedana fermî hesab dike, herçend ev rastî pêştir û di dema diyarkirina jivana dengdanê de jî dihat zanîn.

Ev pêngava Behreynê piştî wê yekê tê ku Îranê wek bersivekê ji bo êrîşên asmanî yên Amerîka û Îsraîlê —ku bûne sedema serhildana şer li Rojhilata Navîn— Tengava Hurmizê girt. Ev tengav jî wek demareke zindî ya aboriyê ye û girtina wê gefan li ser dabînkirina sotemeniyê dike û aboriya cîhanê nebinecih kiriye.

Nûnerê Hertimî yê Behreynê li Neteweyên Yekgirtî Cemal Ruweyî hişyarî li ser berdewamiya vê rewşê da û ragihand, "Berdewambûna vê rewşê bi manaya xeniqandin û terora aborî ye li ser welatên me û cîhanê jî." Tekez jî kir ku, ew projeqanûn, ku ji aliyê Amerîkayê ve tê piştgirîkirin, di "demeke hestyar û girîng" de hatiye.

Di reşnivîsa şeşê û dawiyê ya wê projeqanûnê de, rê bi welatên endam tê dan ku çi bi awayekî yekane yan jî bi rêya "hevpariya deryayî ya xwebexşane ya fireneteweyî", "hemî alavên berevaniyê yên pêdivî û guncayî" ji bo parastina silamiya keştiyan bi kar bînin.

Ev rêkar Tengava Hurmizê û avên derdora wê vedigire, bi mebesta "dabînkirina geştên tranzît û rêgirtina li her bizavekê ji bo girtin, astengkirin yan destwerdana di keştîvaniya navneteweyî de". Biryar e ku ev rêkar herî kêm ji bo dema şeş mehan berdewam bike.