Îmarat: Me êrîşên bi mûşek û dronan ên Îranê şkandin

Wezareta Berevaniyê ya Îmaratê
Wezareta Berevaniyê ya Îmaratê

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Berevaniyê ya Îmaratê ragihand ku, berevaniyên wan ên asmanî rê li êrîşeke bi mûşek û dronan a Îranê girt, herwesa daxwazê ji welatiyan jî dike ku pabendî rênmayên ewlehiyê bin.

Wezareta Berevaniyê ya Îmaratê îro (În, 3ê Nîsana 2026ê) di daxuyaniyeke bilez de belav kir ku, berevaniyên asmanî yên welatê wan di çend saetên borî de rûbirûyî êrîşên bi mûşek û dronan bûne, ku ji axa Îranê ve arasteyî wan hatine kirin.

Wezareta navbirî tekez jî kir ku, ew dengên bihêz ên ku li deverên cuda cuda yên wî welatî tên bihîstin ji ber karkirina sîstemên berevaniya asmanî ne ji bo pûçkirina mûşekên balîstîk, kruz û dronan.

Herwesa daxwaz ji welatiyan jî hatiye kirin ku, ji bermayîkên mûşekên pûçkirî dûr bikevin û wêneyên ji wan re negirin, di dema dîtina her perçeyekê de jî, rasterast peywendiyê bi hejmar 999 bikin.

Ev jî di demekê e ye ku, Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026ê, bi hev re êrîşî Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, û di encamê de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û gelek serkirdeyên bilind ên Îranê hatin kuştin û kurê wî Mucteba Xamineyî li cihê wî hat destnîşankirin.

Di bersiva wê êrîşê de, Îranê jî êrîşî welatê Îsraîlê û cih û bingehên Amerîkayê li çend welatên deverê kir û heta niha jî êrîşên her ud aliyan berdewam in û hejmara kuştî û birîndaran û zirarên madî ber bi zêdebûnê ve ye.

Herêma Kurdistanê jî, û bi taybetî jî bajarê Hewlêrê, di vê çarçoveyê de çend caran keftiye ber êrîşên bi mûşek û dronan, lê hemî êrîşên asmanî yên Îranê ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve li Herêma Kurdistanê hatine şikandin.