Îran: Di bombebarankirina pira Kerecê de 100 kes bûne qurbanî
Navenda Nûçeyan (K24) - Bi sedema bombebarankirina pira Kerecê, zêdetir ji 100 kesan bûne qurbanî. Cîgirê Wezîrê Rê û Banan ê Îranê jî amajê bi wê dike ku, ew pir dê careke din bê nûjenkirin.
Cîgirê Wezîrê Rê û Banan ê Îranê Hoşengê Bazvend ragihand, "Ev pir hêj nehatibû vekirin û biryar bû ku di demeke nêzîk a îsal de ketiba di xizmeta welatiyan de."
Hoşengê Bazwend amaje bi wê jî kir ku, çêkirina vê pirê ji bo hêsankariya hatinûçûna xelkî ber bi bakurê welat û kêmkirina qerebalixiya trafîkê bû, lê bombebarankirina vê pirê nîşana bêdesthelatiya Amerîkayîyan e, ji ber ku êrîşî wan cihan dikin ên ku ji bo xizmeta xelkî hatine çêkirin.
Navbirî tekez jî kir ku, ew pir dê careke din bê çêkirin û baştir ji berê dê pêşkêşî xelkî bê kirin. Amaje bi wê yekê jî kir ku, di serdemê şerê Îraq û Îranê de jî gelek pir hatibûn armanckirin lê yekser hatibûn nûjenkirin.
Di encama êrîşa duhî ya Amerîka û Îsraîlê li ser pira B1ê ya Kerecê, 8 kes hatine kuştin û 95 kesên din jî birîndar bûn ku ev kes şêniyên gundê "Bîleqan"ê, geştyaran û hejmareke malbatan bûn ku ji bo "Roja Xwezayê" (Sêzdebeder) li wê deverê bûn.