Îro dronek bi xaniyekî taxa Karêzanê ya Hewlêrê ket
Navenda Nûçeyan (K24) - Serê sibeha îro (În, 3ê Nîsana 2026ê) dronek bi maleke taxa Karêzanê ya bajarê Hewlêrê ket û piştî çend deqîqeyan, droneke din jî her li wê taxê ket.
Peyamnêrê Kurdistan24ê îro (În, 3ê Nîsana 2026ê) di dema romalkirina zirarên êrîşa li ser maleke hejaran a taxeke milî ya bajarê Hewlêrê de amaje bi wê yekê da ku, tu zirarên canî çê nebûne, lê zirareke zêde gihîştiye wî xanî û xaniyên li kêleka wî.
Di wê malê de tenê jinekê jiyana xwe derbaz dikir, lê şeva borî ew li malê nebû.
Wê jinê ji peyamnêrê Kurdistan24ê re ragihand, "Şeva borî ez bi kurê xwe re çûm mala wan û ez li wê derê mam, sibehê zû yek ji cîranan peywendî kir û em agahdar kirin ku dronek bi mala min ketiye, lê spas ji xwedê re tu zirareke canî nebû."
Wê jinê eşkere jî kir, "zirareke zêde gihîştiye mala min, lê ya girîng ew e ku em bi xwe biselamet in."
Ev jî di demekê e ye ku, Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026ê, bi hev re êrîşî Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, û di encamê de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û gelek serkirdeyên bilind ên Îranê hatin kuştin û kurê wî Mucteba Xamineyî li cihê wî hat destnîşankirin.
Di bersiva wê êrîşê de, Îranê jî êrîşî welatê Îsraîlê û cih û bingehên Amerîkayê li çend welatên deverê kir û heta niha jî êrîşên her ud aliyan berdewam in û hejmara kuştî û birîndaran û zirarên madî ber bi zêdebûnê ve ye.
Herêma Kurdistanê jî, û bi taybetî jî bajarê Hewlêrê, di vê çarçoveyê de çend caran keftiye ber êrîşên bi mûşek û dronan, lê hemî êrîşên asmanî yên Îranê ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve li Herêma Kurdistanê hatine şikandin.