Fransa plan dike ku Tengava Hurmizê veke
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Fransayê di çarçoveya bizavên dîplomatîk û meydanî de eşkere kir ku, welatê wî pêşengiyek ji bo asayîkirina hatinûçûnê li Tengava Hurmizê heye.
Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron îro (În, 3ê Nîsana 2026ê) peyamek belav kir û tê de got ku, welatê wî ligel welatên din planekê ji bo pêvajoyeke aştiyane, bi merema dubare vekirina Tengava Hurmizê, dadine.
Macron amaje jî da, "Fransa ligel çend welatên din mijûlî plankirinê ye ji bo meşandina pêvajoyeke aştiyane ji bo dubare vekirina Tengava Hurmizê û hevalînîkirina keştiyên petrolhilgir û keştiyên veguhastina kelûpelan."
Ev jî di demekê e ye ku, Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026ê, bi hev re êrîşî Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, û di encamê de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û gelek serkirdeyên bilind ên Îranê hatin kuştin û kurê wî Mucteba Xamineyî li cihê wî hat destnîşankirin.
Di bersiva wê êrîşê de, Îranê jî êrîşî welatê Îsraîlê û cih û bingehên Amerîkayê li çend welatên deverê kir û heta niha jî êrîşên her ud aliyan berdewam in û hejmara kuştî û birîndaran û zirarên madî ber bi zêdebûnê ve ye.
Herêma Kurdistanê jî, û bi taybetî jî bajarê Hewlêrê, di vê çarçoveyê de çend caran keftiye ber êrîşên bi mûşek û dronan, lê hemî êrîşên asmanî yên Îranê ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve li Herêma Kurdistanê hatine şikandin.
Îranê herwesa Tengava Hurmizê jî girtiye, ku bandoreke mezin li ser bazara enerjiyê û aboriya cîhanê kiriye. Serokê Amerîkayê Donald Trump pêştir jî 48 saet wekî destûrî dabûn Îranê da ku Tengava Hurmizê vekiriba lê hîn jî ew tengav girtî maye û ev nûtirîn peyama Trump e li ser wê mijarê.
Ev nêzî mehekê ye ku Tengava Hurmizê ji ber şerê Amerîka û Îsraîlê yê bi Îranê re ji aliyê artêşa Pasdaran a Îranê ve li ber keştiyan hatiye girtin û rê bi hejmareke kêm a keştiyan tê dan ku tê re derbaz bibin.
Girtina Tengava Hurmizê bandoreke rasterast li ser bihayê petrolê û sotemeniyê li sûkên cîhanê kriiye û ewlehiya aborî ya welatan jî xistiye xeterê. Tengava Hurmizê wekî yek ji giringtirîn rêyên avî yên cîhanê ji bo veguhastina enerjî û petrolê ji Rojhilata Navîn bo sûkên cîhanê tê hesibandin.