Îranê pêleke din a êrîşên bi mûşekan arasteyî Îsraîlê kir

Navenda Nûçeyan (K24) - Artêşa Pasdaran a Îranê pêla 93ê ya êrîşên bi mûşekan ji bo ser çend deverên Îsraîlê da destpêkirin û ragihand ku, di vê pêla êrîşê de çend cûnên mûşekan û hejmareke dronan bi kar anîne.

Medyayên Îranê belav kiriye ku, Îranê vê êvarê (În, 3ê Nîsana 2026ê) êrîşa bi mûşek û dronan kiriye û ev êrîşa xwe diyarî canê her yek ji Emîndarê Giştî yê berê yê Hizbulayê Hesen Nesrula û damezrînerê tevgera Hemasê ya Filistînê Şêx Ehmed Yasîn kirine.

Herwesa hatiye diyarkirin ku, di wê êrîşê de mûşekên ku hatine avêtin parek ji wan bi sotemeniya req û parek jî bi sotemeniya şil, mûşekên dûravêj û kontrolkirî bi kar anîne û navendên hêza piştevaniyê ya artêşa Îsraîlê li Celîla Rojava, Heyfa, Keferkuna û Kirayotê kirine armanc.

Ev jî di demekê e ye ku, Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026ê, bi hev re êrîşî Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, û di encamê de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û gelek serkirdeyên bilind ên Îranê hatin kuştin û kurê wî Mucteba Xamineyî li cihê wî hat destnîşankirin.

Di bersiva wê êrîşê de, Îranê jî êrîşî welatê Îsraîlê û cih û bingehên Amerîkayê li çend welatên deverê kir û heta niha jî êrîşên her ud aliyan berdewam in û hejmara kuştî û birîndaran û zirarên madî ber bi zêdebûnê ve ye.

Herêma Kurdistanê jî, û bi taybetî jî bajarê Hewlêrê, di vê çarçoveyê de çend caran keftiye ber êrîşên bi mûşek û dronan, lê hemî êrîşên asmanî yên Îranê ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve li Herêma Kurdistanê hatine şikandin.