Îsraîl: Şerê li dijî Îranê dê herî kêm du hefteyên din berdewam bike
Navenda Nûçeyan (K24) – Saziya Weşanê ya Îsraîlê ragihand, li gorî nirxandina berpirsên Îsraîlî, tê pêşbînîkirin ku şerê li dijî Îranê herî kêm du hefteyên din bidome.
Saziya Weşanê ya Îsraîlê îro 4ê Nîsanê diyar kir, armancên stratejîk ên ku ji aliyê Amerîka û Îsraîlê ve hatine destnîşankirin, pêwîstiya wan bi pejirandina Serokê Amerîkayê Donald Trump in. Ev yek dibe sedem ku hinek operasyon dereng bikevin û demeke zêdetir ji bo pêkanîna wan pêwîst bibe.
Piştî ku Îsraîlê êvariya roja Înê ragihandibû, ew ê êrîşeke berfireh bibin ser Tehranê, ajansa "Fars" a Îranî piştrast kir ku li asmanê Tehranê dengê firokeyên şer û teqînên mezin têne bihîstin. Hat ragihandin, sîstema berevaniya asmanî ya Îranê ji bo rûbirûbûna firoke û mûşekan hatiye çalakkirin.
Rojnameya "Wall Street Journal" (WSJ) di raporeke xwe de aşkere kir, hewldanên agirbestê gihîştine lûtkeyeke asê. Hat diyarkirin ku navbeynkariya Pakistanê ya ji bo rawestandina şer têk çûne. Îranê bi fermî nûnerên navdewletî agahdar kiriye ku ew ne amade ne li "Îslamabadê" bi berpirsên Amerîkî re bicive û daxwazên Washingtonê wekî "neqebûlkirî" bi nav kirine.
Ji bo rêgirtina li ber firehbûna şer, Tirkiye û Misir hîn jî hewl didin rêyekê bibînin. Hat ragihandin, van her du welatan pêşniyar kiriye ku danûstandin ji bo "Doha" yan jî "Stenbolê" werin veguhestin, da ku derfetek ji bo diyalogê çêbibe.
Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser hesabên xwe yên tora civakî belav kiribû ku Îranê daxwaza agirbestê kiriye, lê Tehranê ev yek red kir. Çavkaniyên agahdar diyar dikin, Trump tenê bi şertekî amade ye agirbestê qebûl bike: "Divê Îran bi temamî Tengava Hurmizê li ber deryavaniya cîhanî veke."