Serok Barzanî: Erkê dewleta Iraqê ye ku qerebûya Kurdên Feylî bike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Barzanî bi boneya salvegera jenosîda Kurdên Feylî peyamek belav kir û ragihand, 4ê Nîsanê rojeke xemgîn e di salnameya gelê Kurdistanê de. Kurdên Feylî di bin desthilata reş a rejîma berê ya Îraqê de gelek êş û dervederî dîtine û ti mafek ji wan re nehatiye naskirin.

Deqa peyama Serok Barzanî:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Çarê Nîsanê rojeke xemgîn e di salnameya gelê Kurdistanê de; bîranîna jenosîda xwişk û birayên Feylî ye ku ji ber Kurdbûna xwe rûbirûyî çewisandin, komkujî û zilmê bûn. Kurdên Feylî di bin desthilata şûm a rejîma berê ya Iraqê de êş û dervederiyeke mezin dîtine û ti mafek ji wan re nehatiye naskirin. 

Şehîdkirina bi hezaran ciwanan, standina nasnameyê û derxistina bi dehhezaran malbatên Kurdên Feylî, beşek ji wan plan û siyasetên nemirovane bûn ku bi awayekî sîstematîk û berdewam ji aliyê rejîma berê ya Iraqê ve li dijî gelê Kurdistanê dihatin meşandin.

Di 46emîn salvegera jenosîda Kurdên Feylî de, em bi hezaran silavan ji bo giyana pak a şehîdên Kurdên Feylî û hemû şehîdên Kurdistanê dişînin. Erkê dewleta Îraqê ye ku qerebûya êş û karesatên xwişk û birayên Kurdên Feylî bike. 

Di vê bîranînê de, rola têkoşer û xebatkarên Kurdên Feylî ya di piştgirîkirina tevgera azadîxwaza gelê Kurdistanê de, ti carî nayê jibîrkirin û Kurdên Feylî her dem beşekî ezîz ê gelê Kurdistanê ne.

Mesûd Barzanî
4ê Nîsana 2026