Wezîrê Dadê li Diyarbekirê: Êdî hesabên medya civakî dê bi nasnameya rastî bin
Diyarbekir (K24) – Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Akin Gurlek serdana bajarê Diyarbekirê kir û ragihand, ew li ser yasayeke nû kar dikin ku êdî ti kes nikaribe li ser medyaya civakî hesabên bi navên cuda veke. Akin Gurlek da zanîn ku dê di demeke nêz de pakêta 12. a darazê bo meclîsê were pêşkêşkirin.
Wezîrê Dadê Akin Gurlek di çarçoveya serdana xwe ya Diyarbekirê de, pêşî çû Parêzgariya Diyarbekirê û li wir ji bo çapemeniyê daxuyaniyek da. Gurlek di axaftina xwe de bal kişand ser dîroka biratiya Kurd û Tirkan û destnîşan kir ku "pêvajoya Tirkiyeya bêteror" gelekî giring e û dê vê biratiyê xurtir bike.
Wezîrê Dadê eşkere kir ku ew niha li ser "Pakêta Darazê ya 12emîn" kar dikin û di demeke nêz de dê pêşkêşî Parlemana Tirkiyeyê (TBMM) bikin. Gurlek got: "Em hewl didin ku hemû welatî bi hêsanî sûdê ji xizmetên dadiyê bistînin. Ji bo ku em xwe ji kemînên gerdûnî biparêzin, divê em dest bidin hev û li dijî provokasyonan hişyar bin."
Akin Gurlek piştî hevdîtinên xwe yên li parêzgehê, serdana Zanîngeha Dîcleyê kir û li wir beşdarî bernameyeke Weqfa Ciwanên Tirkiyeyê bû.
Gurlek got: "Em li ser yasayekê dixebitin ku êdî ti kes nikaribe ji bilî nasnameya xwe ya rasteqîn bi navekî din hesabekî li medyaya civakî vebike. Wekî mînak, eger kesek bixwaze di Facebook an tora civakî de hesabekî nû veke, divê ew hesab bi navê wî yê rastî û fermî be."