Hizbulaha Libnanê bi mûşek û dronan êrîşî artêşa Îsraîlê kir
Navenda Nûçeyan (K24) - Hizbulaha Libnanê ragihand ku, serê sibeha îro (Yekşem, 5ê Nîsana 2026ê) hejmareke êrîşên bi mûşekan kiriye ser cih û kombûnên artêşa Îsraîlê li başûrê Libnanê. Ev jî piştî wê yekê tê ku, şevêdî balafirên şer ên Îsraîlê êrîşeke dijwar kiribû ser hejmareke gundên başûrê Libnanê.
Hizbulaha Libnanê amajê jî da ku, êrîşên şevêdî yên artêşa Îsraîlê bajarokên Sidîqîn, Kifra, Eyn Beal, Betuliye û Wadî Hecîrê li başûrê Libnanê kirine armanc, ji bilî hejmareke êrîşên din li ser bajarokê Kifer Heta li Sîdona başûrê Libnanê.
Hizbulaha Libnanê behsa wê yekê jî kir ku, wan di êrîşên xwe de kombûneke serbaz û timbêlan li bajarokê Elbeyaze û Maron Reisê kiriye armanc, herwesa bi mûşekan kombûneke din li devera Sedirê û Girê Xedmeta li bajarokê Eynateyê kirine armanc û hinek bingehên serbazî jî bi top, mûşek û dronan li nêzîkî bajarokê Elmalikiyeyê kirine armanc.
Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê jî pêştir amara qurbaniyên şer belav kir û tê de eşkere bû ku, rêjeya qurbaniyan ji ber êrîşan di zêdebûnê de ye û zêdetir ji yek milyon kesan jî aware bûne.
Li gorî amarên herî dawiyê yên Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê, hejmara qurbaniyên êrîşên vê dawiyê yên Îsraîlê li ser Libnanê di zêdebûnê de ye û heta roja Înê, 3ê Nîsana 2026ê, hezar û 345 kes hatibûn kuştin û çar hezar û 40 kesên din jî hatine birîndarkirin.
Her li gorî wan amaran, zêdetir ji yek mîlyon û 100 kesan ji deverên xwe aware bûne, ku nêzîkî 136 hezar ji wan jî li navendên penaberiyê hatine bicîkirin.