Îranê kargeheke çêkirina dronan a Îsraîlê wêran kir
Navenda Nûçeyan (K24) - Rojnameya "Yedioth Ahronoth"ê ya Îsraîlî belav kir ku, ew kargeha dronan a ku li roja Pênşema borî li devera "Pîtah Tîkfa"yê bi mûşekeke Îranî hatibû armanckirin bi temamî wêran bûye.
Rêveberê Bicihanînê yê Kompaniya "AeroSol"ê Israel Wasserlauf ragihand ku, ew kargeh ji ber qebareya wan zirarên mezin ên ku gihîştine wê nikare careke din dest bi çalakiyên xwe bike.
Li gorî wê raportê, mûşekeke Îranî ku serkekê gûşîyî hilgirtibû bi derdora perjanê dezgeha "AeroSol Aviation Solutions"ê li Pîtah Tîkfayê ketiye; ev jî bûye sedema wêranbûna vê dezgehê ku gelek cûnên dronan û pêkhateyên bombeyan ji bo artêşa Îsraîlê berhem tîne û dabîn dike.
Ev jî di demekê e ye ku, Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026ê, bi hev re êrîşî Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, û di encamê de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û gelek serkirdeyên bilind ên Îranê hatin kuştin û kurê wî Mucteba Xamineyî li cihê wî hat destnîşankirin.
Di bersiva wê êrîşê de, Îranê jî êrîşî welatê Îsraîlê û cih û bingehên Amerîkayê li çend welatên deverê kir û heta niha jî êrîşên her ud aliyan berdewam in û hejmara kuştî û birîndaran û zirarên madî ber bi zêdebûnê ve ye.
Herêma Kurdistanê jî, û bi taybetî jî bajarê Hewlêrê, di vê çarçoveyê de çend caran keftiye ber êrîşên bi mûşek û dronan, lê hemî êrîşên asmanî yên Îranê ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve li Herêma Kurdistanê hatine şikandin.