Ebûzebî.. Ji ber êrîşeke asmanî agir berbû kargeheke petrokîmyayî
Navenda Nûçeyan (K24) - Nivîsîngeha Ragihandinê ya Ebûzebiyê ragihand ku, sîstema berevaniya asmanî ya Îmaratê êrîşek şkandiye û ji ber ketina bermahiyên wê êrîşê, agir berbû kargeheke mezin a petrokîmyayî li paytexta wî welatî.
Nivîsîngeha Ragihandinê ya Ebûzebiyê li ser hesabê xwe yê fermî yê "X"ê ragihand, "Tîmên peywendîdar li Ebûzebiyê mijûlî kontrolkirina çend şewatan bûn ku li kargeha 'Birûcê ya petrokîmyayî çê bûne; ev jî piştî ku bermahiyên tistekî firî ketiye nav wê kargehê."
Di wê beyannameyê de hatiye diyarkirin ku, ew şewat ji encama şkandina êrîşeke asmanî ji aliyê sîstema berevaniyê ya wî welatî ve çê bûye, lê cûnê wî tiştê firî diyar nekiriye ka mûşek bûye an dron.
Nivîsîngeha Ragihandinê ya Ebûzebiyê herwesa ragihand, "Demildest karkirin li wê kargehê hatiye rawestandin heta wê demê ku nirxandin ji bo zirarên wê tê kirin; baş e ku heta niha tu birîndarî an zirarên canî nehatine tomarkirin."
Ev bûyer di demekê de ye ku, dever di rewşeke hestiyar re derbaz dibe, lê berpirsên Ebûzebiyê tekez kiriye ku rewş di bin kontrolê de ye û tîmên berevaniya şaristanî mijûlî lêkolînên hûrtir in li ser qebareya zirarên madî.