Hizbulaha Libnanî: Me keştiyeke şer a Îsraîlê bi mûşekekê hingaft

Keştiyeke şer a Îsraîlê - Erşîf
Keştiyeke şer a Îsraîlê - Erşîf

Navenda Nûçeyan (K24) - Hizbulaha Libnanî ragihand ku wan keştiyeke şer a Îsraîlê li peravên Libnanê kiriye armanc, lê çavkaniyeke ewlehiyê ya Îsraîlê ew rûdanê red kir.

Hizbulaha Libnanî îro (Yekşem, 05ê Nîsana 2026ê) di daxuyaniyekê de ragihand ku, wan keştiyeke şer a Îsraîlê bi mûşekeke Krûz a deryayî ji dûriya 68 mîlên deryayî li peravên Libnanê kiriye armanc.

Hizbulaha Libnanî amajê bi wê yekê jî kir ku, ew piştrast bûne ku ew keştiya şer a Îsraîlê rasterast hatiye hingaftin. Herwesa berpirsên wê komê behsa wê yekê jî kir ku, wê keştiyê ji bo êrîşa li ser axa Libnanê amadekarî dikirin.

Ji aliyekî din ve jî radyoya artêşa Îsraîlê ji zarê çavkaniyeke ewlehiyê belav kir ku, tu keştiyeke şer a Îsraîlê nehatiye hingaftin û zanyarên koma çekdar a Libnanê red kirin.

Ev rûdan parek ji hevrikî û şerê berfireh ê Amerîka û Îsraîl bi Îranê re ye, ku tê de komên çekdar ên nêzîkî Tehranê êrîşî berjewendiyên Îsraîl û Amerîkayê li deverê dikin.

Ji destpêka vî şerî ve, ev cara yekê ye ku Hizbulaha Libnanî radigihîne ku bi mûşeka Krûz êrîşî ser keştiyeke şer a Îsraîlê di avên Deryaya Navîn de kiriye.

Îsraîlê gelek caran bi rêya keştiyên xwe yên şer êrîşî ser deverên cuda cuda yên başûrê Libnanê kiriye û di wan şeran de gelek çekdar û welatiyên sivîl bûne qurbanî.