Mesrûr Barzanî êrîşên li ser Konsulxaneya Amerîkayê û deverên sivîl ên Hewlêrê şermezar dike
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di peyamekê de êrîşên milîsan ên li ser Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê û deverên sivîl li Hewlêrê bi tundî şermezar kirin û daxwaz ji Bexdayê kir ku qanûnê li dijî komên çekdar ên neqanûnî li ber çavan werbigire.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Yekşem, 05ê Nîsana 2026ê) di peyamekê de li ser tora civakî ya "X"ê ragihand, "Ez êrîşên hovane yên milîsên terorîst, ku Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê û deverên sivîl li Hewlêrê dikin armanc, bi tundî şermezar dikim."
Mesrûr Barzanî amaje jî da, “Ev kiryarên dijminane yên bi merem gefeke cidî li ser ewlehî û tenahiya Herêma Kurdistanê, Îraq û deverê bi giştî çê dikin. Ev yek jî nayê qebûlkirin.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê careke din bi zelalî daxwaz ji hikûmeta federal a Bexdayê kir ku, rêkarên bilez, yekalîker û kiryarkî li dijî van komên çekdar û milîsên neqanûnî bi cih bîne.
Mesrûr Barzanî eşkere jî kir ku, erkê hikûmeta federal e ku hemî rêyan ji bo pûçkirina van êrîşên terorîstî bi kar bîne û bikerên wan bide dadgehê.
Peyama Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê:
Ez êrîşên hovane yên milîsên terorîst, ku Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê û deverên sivîl li Hewlêrê dikin armanc, bi tundî şermezar dikim. Ev kiryarên dijminane yên bi merem gefeke cidî li ser ewlehî û tenahiya Herêma Kurdistanê, Îraq û deverê bi giştî çê dikin. Ev yek jî nayê qebûlkirin.
Ez careke din bi awayekî zelal bang li hikûmeta federal a Bexdayê dikim ku, rêkarên bilez, yekalîker û kiryarkî li dijî van komên çekdar û milîsên neqanûnî bi cih bîne. Erkê hikûmeta federal e ku hemî şiyanên xwe ji bo pûçkirina van êrîşên terorîstî bi kar bîne û bikerên wan bide dadgehê.
I strongly condemn the heinous attacks by terrorist militias targeting the U.S. Consulate General and civilian areas in Erbil. These deliberate acts of aggression pose a grave threat to the security and stability of the Kurdistan Region, Iraq, and the wider region. This is…
— Masrour Barzani (@masrourbarzani) April 5, 2026