Trump: Sêşem dê bibe roja pir û westgehên elektrîkê yên Îranê

Donald Trump
Donald Trump

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Amerîkayê di peyameke pir tund û wekî gefan de daxwaz ji Îranê dike ku Tengava Hurmizê veke. Amajeyê jî dide ku eger Îran wê tengavê veneke, ew dê pir û westgehên elektrîkê yên wî welatî wêran bikin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro (Yekşem, 05ê Nîsana 2026ê) li ser tora civakî ya "Truth Social"ê peyameke pir tund û wekî gefan arasteyî Îranê kir û ragihand, “Roja Sêşemê, 07ê Nîsana 2026ê, dê bibe roja westgehên elektrîkê û piran li hundirê Îranê û tu tiştek mîna wê rojê nabe.”

Serokê Amerîkayê daxwaz ji serkirdeyên Îranê jî kiriye ku Tengava Hurmizê vekin û tekez kiriye, "Eger na, hûn dê di dojexê de bijîn, tenê temaşe bikin."

Ev gefa tund a Donald Trump di demekê de ye ku hevrikî û şerê di navbera Waşinton û Tehranê de gihîştiye qonaxeke pir xeter. Piştî destpêkirina şer û bilindbûna aloziyan, artêşa Îranê Tengava Hurmizê li ber hatinûçûna keştiyên bazirganî û neftê girtiye, ku vê yekê jî bandoreke mezin li ser bazara enerjiyê ya cîhanê kiriye.

Hêzên Amerîkayê di çend hefteyên borî de hejmareke êrîşan kir ser dezgehên enerjiyê û jêrxaneya serbazî ya Îranê, li beramberî wê yekê jî Tehranê gelek keştî û berjewendiyên Amerîkayê li deverê kirin armanc. Îsrara Amerîkayê ji bo vekirina Tengava Hurmizê ji bo rêgirtina li peydabûna qeyraneke mezin a aborî li cîhanê û dabînkirina ewlehiya hatinûçûna deryayî li Kendavê ye.

Ev jî di demekê e ye ku, Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026ê, bi hev re êrîşî Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, û di encamê de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û gelek serkirdeyên bilind ên Îranê hatin kuştin û kurê wî Mucteba Xamineyî li cihê wî hat destnîşankirin.

Di bersiva wê êrîşê de, Îranê jî êrîşî welatê Îsraîlê û cih û bingehên Amerîkayê li çend welatên deverê kir û heta niha jî êrîşên her ud aliyan berdewam in û hejmara kuştî û birîndaran û zirarên madî ber bi zêdebûnê ve ye.

Herêma Kurdistanê jî, û bi taybetî jî bajarê Hewlêrê, di vê çarçoveyê de çend caran keftiye ber êrîşên bi mûşek û dronan, lê hemî êrîşên asmanî yên Îranê ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve li Herêma Kurdistanê hatine şikandin.