Pasdarên Îranê berpirsiyariya êrîşên li ser westgehên petrokîmyayê yên Îmarat, Kuweyt û Behreynê girt ser xwe
Navenda Nûçeyan (K24) – Supaya Pasdarên Îranê ragihand, wan bi zîncîre êrîşên mûşekî û dronî, binesaziya petrokîmyayê ya sê welatên Kendavê (Îmarat, Kuweyt û Behreyn) kirine armanc. Tehranê ev pêngav wekî bersivek li dijî Îsraîl û gefên Washingtonê pênase kir.
Supaya Pasdarên Îranê îro 5ê Nîsanê di daxuyaniyeke fermî de berpirsiyariya êrîşên "wîranker" ên li ser saziyên pîşesazî û petrokîmyayê yên Îmarat, Kuweyt û Behreynê girt ser xwe. Ev geşedan wekî "werçerxaneke metirsîdar" di qada şer de tê dîtin, ku bi vî awayî welatên din ên navçeyê jî rasterast hatin kişandin nav alozî û pevçûnan.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, hêzên Îranê bi hûrgilî çendîn kargeh û westgehên pîşesazî yên stratejîk li wan sê welatên Kendavê lêdane. Ev êrîş ku binesaziya enerjî û aborî ya hevpeymanên Amerîkayê kirine armanc, bûn sedema şokeke mezin di bazarên enerjiyê yên cîhanê de û bihayê sotemeniyê rekoreke dîrokî şikand.
Hevdem ligel ragihandina berpirsiyariya êrîşan, Supaya Pasdaran hişyariyeke tund da Washingtonê û got: "Heke êrîşên li ser armancên sivîl û binesaziya niştimanî ya Îranê dubare bibin, em ê êrîşên xwe yên li ser tevahiya berjewendiyên aborî yên Amerîkayê yên li navçeyê hîn zêdetir û wîrankertir bikin."