Zelenskyy li Şamê bi Ehmed Şera û Hakan Fidan re civiya

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera li Koşka Gel a li Şamê, pêşwazî li Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy kir. Di hevdîtinê de ku Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fidan jî tê de amade bû, mijarên aborî û asayîşa xurekê hatin gotubêjkirin.

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy îro 5ê Nîsanê bi serdaneke fermî gihîşt Şamê. Zelenskyy ligel şandeyeke wezîran ji aliyê Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera ve hat pêşwazîkirin. Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fidan di vê civînê de beşdarî bû.

Piştî hevdîtinê, Volodymyr Zelenskyy di daxuyaniyekê de ji bo ajansa "SANA" diyar kir, Ukrayna amade ye ji bo geşepêdan û vejandina Sûriyeyê hevkariyê bike. Zelenskyy got: "Em bi hemû astengî û dijwariyên li pêşiya enerjî û binesaziya Sûriyeyê dizanin. Em amade ne ku bi hev re kar bikin da ku derfetên nû ji bo her du gelan biafirînin."

Yek ji mijarên herî sereke yên lûtkeya li Şamê, parastina xetên dabînkirina xurekê (genim û berhemên çandiniyê) bû. Zelenskyy destnîşan kir, Ukrayna dê wekî "jêderekî pêbawer" rola xwe di dabînkirina pêdiviyên xurekê yên Sûriye û herêmê de bidomîne.

Her du aliyan tekezî li ser wê yekê kirin ku di bin siya alozî û rageşiyên navdewletî de, parastina ewlehiya xetên bazirganiyê ji bo aramiya herêmê giringiyeke stratejîk heye.

Zelenskyy hêvî xwest ku ev serdan bibe seretaya qonaxeke nû ya peywendiyên siyasî û aborî di navbera Kîev û Şamê de. Hat ragihandin ku şandeyên wezîran ên her du welatan li ser çendîn projeyên hevbeş ên di warê bazirganî û veberhênanê de li hev kirine.