Karwanê sêyem ê vegera koçberên Efrînê ji herêma Cizîrê tê amadekirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Di çarçoveya peymana navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hikûmeta Sûriyeyê de, karwanê sêyem ê koçberên Efrînê amadekariya vegera ser axa xwe dike. Tê payîn ku roja Çarşemê 200 malbatên din ji herêma Cizîrê ber bi Efrînê ve bi rê bikevin.

Li gorî planê, roja Çarşemê, 8ê Nîsana 2026an, 200 malbatên koçber ên Efrînî ku niha li Qamişlo û Hesekê dimînin, dê vegerin mal û milkên xwe. Ev pêngav piştî vegera karwanê yekem (400 malbat) û karwanê duyem (200 malbat) pêk tê.

Bi vegera vî karwanî re, hejmara malbatên ku di nava hefteyên dawî de vegeriyane Efrînê, dê bigihîje 800 malbatan.

Koçberî û vegere

Efrîn di 20ê Çileya 2018an de, piştî êrîşa artêşa Tirkiyeyê û komên çekdar, rûbirûyî koçberiyeke mezin bûbû. Zêdetirî 300 hezar şêniyên Efrînê neçar mabûn axa xwe bicih bihêlin. Beşek ji wan li devera Şehbayê di kampan de bi cih bûbûn, lê piştî êrîşên dawiya sala 2024an, ew koçber careke din ber bi Reqa, Kobanê û Cizîrê ve hatibûn veguhestin.

Vegera Kurdan bo Efrînê, her ji Nîsana 2018an ve bi awayekî xweser û bi rêyên qaçax dest pê kiribû. Ji sala 2025an û vir ve jî, pêla vegera Kurdan bi rêjeyeke berçav hatinû kirin. Piştî rêkeftina 29ê Çileya 2026an jî, koçberên mayî, karwan bi karwan tên vegerandin.