Amerîka sîstemeke nû ya mûşekî di şerê Îranê de bikar tîne
Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand, hêzên wan ên deryayî (Marines), di çarçoveya operasyoneke nû de sîstema mûşekavêj a pêşkeftî ya HIMARS ji bo êrişan amade dikin.
CENTCOMê bi weşandina çend wêneyan aşkere kir ku hêzên "Marines", di çarçoveya operasyona bi navê "Hêrsa Destanî" de, dest bi amadekariyên sîstema mûşekavêj a HIMARS kirine. Ev sîstem wekî yek ji çekên herî bikêrhatî û rast-lêder ên artêşa Amerîkayê tê naskirin.
Taybetmendiyên teknîkî yên HIMARSê
Sîstema HIMARS ku ji sala 2005an ve di xizmeta artêşa Amerîkayê de ye, bi taybetmendiyên xwe yên teknîkî balê dikşîne:
- Giranî: 13 ton û 500 kîlogram.
- Mezinahî: 6 metre û 90 santîm dirêjî, 2.5 metre pehnî û 3 metre bilindahî.
- Tîm: Ji 3 kesan pêk tê (şofêr, fermandar û alîkarê fermandar).
- Lêçûn: Berhemanîna her sîstemekê nêzîkî 5 mîlyon dolar e.
Sê cureyên mûşekan û dûrmewdayên wan
Sîstema HIMARS dikare sê cureyên sereke yên mûşekan biavêje ku her yek ji wan ji bo armancên cuda ne:
- ATACMS: Mûşekên taktîkî ne, dûrmewdaya wan di navbera 70 heta 90 kîlometreyan de ye.
- PrSM: Ji bo lêdana armancên hesas tê bikaranîn û dûrmewdaya wê digihe 300 kîlometreyan.
- GMLRS: Ev cureyê mûşekan dikare armancên li dûriya zêdetirî 500 kîlometreyan hildiweşîne.
Ji Afxanistanê heta Ukraynayê: Di gelek şeran de hat bikaranîn
Ev sîstema mûşekavêj di gelek şerên mezin ên cîhanê de hatiye bikaranîn; ji şerê Afxanistanê bigire heta şerê li dijî DAIŞê li Iraq û Sûriyeyê, herwiha di şerê niha yê Ukraynayê de jî roleke sereke lîstiye.
Pêştir, di dema bilindbûna rageşiya navbera Amerîka û Îranê de, Supaya Pasdaran a Îranê gotibû ku Amerîkayê bi rêya sîstema HIMARSê ji Îmaratê ve êrişî baregehên wan ên li Girava Xargê kiriye.
U.S. Marines prepare M142 High Mobility Artillery Rocket Systems (HIMARS) during Operation Epic Fury. pic.twitter.com/cSRTpEXn0x
— U.S. Central Command (@CENTCOM) April 6, 2026