Îran: Me bersiva xwe ya dîplomatîk ji bo Amerîkayê amade kiriye û em ê di demeke nêz de ragihînin
Navenda Nûçeyan (K24) – Îranê ragihand ku bersiva wan a dîplomatîk ji bo Amerîkayê amade ye, ajansa Reutersê jî aşkere kir, bi navbeynkariya Pakistanê planek ji bo agirbestê hatiye amadekirin û dibe ku îro bikeve warê cibicîkirinê.
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Îsmaîl Baqaî îro 6ê Nîsanê di konferanseke rojnamevaniyê de diyar kir, Tehranê bersiva xwe ya dîplomatîk ji bo Washingtonê amade kiriye û dê di demeke guncayî de aşkere bike. Baqaî, Amerîka tawanbar kir ku "rêrewa dîplomasiyê têk daye" û got, daxuyaniyên Amerîkayê bi kiryarên wan re li hev nakin.
Baqaî herwiha got: "Operasyoneke leşkerî ya Amerîkayê ya ji bo dizîna uranyumê li Îsfehanê biser neket." Baqaî banga rawestandina şer kir, lê agirbestên demkî wekî "berdewamkirina tawanan" binav kir.
Navbeynkariya Pakîstanê: "Peymana Îslamabadê"
Li aliyê din, ajansa Reutersê ji ser çavkaniyekî agahdar ragihand, Pakistanê planek ji bo bidawîkirina rageşiya di navbera her du welatan de amade kiriye. Hat zanîn ku Serfermandarê Artêşa Pakistanê Asîm Munîr bi dirêjahiya şevê bi Cîgirê Serokê Amerîkayê JD Vance, nûnerê taybet Steve Witkoff û Wezîrê Derve yê Îranê Abbas Araqçî re di peywendiyê de bûye.
Ev plana ku wekî "Peymana Îslamabadê" tê naskirin, ji du qonaxan pêk tê:
1- Qonaxa Yekem: Ragihandina agirbesteke yekser û vekirina Tengava Hurmuzê.
2- Qonaxa Duyem: Îmzekirina peymaneke giştî di nava 15 heta 20 rojan de, ji bo çareserkirina kêşeyan.
Îmzekirina bi rêya elektronîk
Li gorî zanyariyan, çi kanala têkiliyê ya rasterast di navbera Washington û Tehranê de nîne, lewma dê peyman bi rêya Pakistanê û bi şêweyê elektronîk were îmzekirin. Tê çaverêkirin ku eger îro li ser hemû xalan lihevkirin pêk were, nexşerêya agirbestê dê di demjimêrên pêş de bikeve warê cîbicîkirinê.