Wezareta Pêşmerge: Bi 4 dronên bombekirî êrişî baregeheke me hat kirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, baregeheke wan bi 4 dronên bombekirî hatiye armanckirin. Wezaretê hişyariyeke tund da Hikûmeta Federal a Iraqê û diyar kir; eger Bexda bêdeng bimîne, ew ê neçar bimînin helwesteke cuda nîşan bidin.
Wezareta Pêşmerge îro 6ê Nîsanê bi daxuyaniyekê aşkere kir, şeva Yekşemê, 5ê Nîsana 2026an, careke din "komên terorîst ên deryasayî" bi rêya 4 dronên bombebarankirî êrişî baregeheke Hêzên Pêşmerge kirine. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di rojên dawî de li gelek deverên cuda yên Herêma Kurdistanê, êrişên bi vî rengî li ser Pêşmerge berdewam dikin û ziyanên canî û madî yên mezin çêbûne.
Wezareta Pêşmerge rexneyên giran li Hikûmeta Federal û saziyên ewlehiyê yên Iraqê girtin û got: "Ev zincîreêriş bi aşkereyî û li ber çavên artêş û hêzên ewlehiyê yên Iraqê li ser Herêma Kurdistanê û baregehên Pêşmerge pêk tên. Lê heta niha Hikûmeta Federal, Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar û Fermandariya Operasyonên Hevbeş ti helwesteke cidî ji bo rawestandina van êrişan nîşan nedane."
Di berdewamiya daxuyaniyê de hat tekez kirin, Pêşmerge parçeyekî giring ê pergala parastin û ewlehiya Iraqê ye û divê ev destdirêjî tavilê bên sekinandin û tawanbar bên cezakirin.
Wezaretê di peyama xwe ya dawî de hişyariyeke zelal da Bexdayê: "Me ji bo berjewendiya hemû xelkê Iraq û Kurdistanê û ji ber rewşa nebaş a navçeyê heta niha xwe ragirtiye û em bi sebir bûne. Lê belê, eger Hikûmeta Federal di bêhelwestiya xwe de berdewam be, em ê neçar bimînin ku helwesteke din werbigirin."