Wezîrê Berevaniyê yê Îsraîlê: Me êrişî mezintirîn saziya petrokîmyayê ya Îranê kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Berevaniyê yê Îsraîlê, Israel Katz ragihand, artêşa wan li herêma Eselûyeyê ya li başûrê Îranê, mezintirîn saziya petrokîmyayê ya wî welatî armanc girtiye û bi giranî rûxandiye.
Israel Katz Îro 6ê Nîsanê aşkere kir, di encama vê êrişê de du saziyên sereke bi temamî ji kar ketine. Katz destnîşan kir ku ev her du sazî berpirsê hinardekirina %85ê berhemên petrokîmyayê yên Îranê bûn.
Wezîrê Îsraîlî herwiha diyar kir, wî ferman daye artêşê da ku bi hemû hêza xwe li ser lêdana jêrxana aborî û enerjiyê ya Îranê berdewam bin.
Ji aliyekî din ve, Kanala 14 a Îsraîlê ji ser zarê jêderekî ragihand, Îsraîl niha li benda erêkirina Amerîkayê ye da ku êrişî xalên din ên enerjiyê yên Îranê bike.
Ajansa nûçeyan a Îranê "Tesnîm" jî piştrast kir, Amerîka û Îsraîlê bi hev re êrişî saziyên petrokîmyayê yên li herêma Eselûyeyê kirine.
Eselûye: Navenda herî girîng a enerjiyê
Herêma Eselûyeyê ku dikeve parêzgeha Bûşehrê ya li ser kênarên Kendavê, wekî "dilê pîşesaziya gaz û petrokîmyayê" ya Îranê tê naskirin. Herêma Aborî ya Taybet a Enerjiyê ya Parsê jî li wir e.
Ji ber ku hinardekirina petrola xav a Îranê ji ber cezayên Amerîkayê rûbirûyî astengiyên mezin bûye, pîşesaziya petrokîmyayê wekî çavkaniya herî sereke ya dahata wî welatî dihat dîtin.