Trump bi pêşniyara Pakistanê razî nebûye
Navenda Nûçeyan (K24) - Di demekê de ku tenê çend saetên kêm ji bo bidawîhatina derfeta Trump mane, Koçka Spî ragihand ku heta niha razîbûna xwe li ser pêşniyara agirbestê ya Pakistanê nîşan nedaye û operasyona "Hêrsa Dastanî" li dijî Îranê berdewam e.
Berpirsekî bilind li Koçka Spî îro (Duşemê, 6ê Nîsana 2026ê) ji kanala "Sky News Arabic"ê re ragihand ku, Serokê Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê Donald Trump heta niha razîbûna xwe li ser pêşniyara Pakistanê ji bo agirbesta ligel Îranê diyar nekiriye. Ev daxuyanî amajeyek e ku tevî zextên dîplomatîk, Waşinton hîn bijardeya leşkerî wekî bijardeya serdest dibîne.
Herwesa li gorî raporteke ajansa "Reuters"ê, Hikûmeta Pakistanê nexşerêyeke giştgir bi navê Lihevkirina Îslamabadê ji Îran û Amerîkayê re şandiye. Ew plan li ser bingeha du qonaxan hatiye darêtin: Qonaxa yekê, ragihandina agirbesteke demlidest û vekirina Tengava Hurmizê ye. Qonaxa duyê jî, kirina danûstandinên rasterast li Îslamabadê ye, ji bo gihîştina bi lihevkirineke dawiyê di dema 15 heta 20 rojan de.
Çavkaniyên agahdar eşkere kiriye ku, Fermandarê Artêşa Pakistanê Asim Munîr tevahiya şeva borî ligel Cîgirê Serokê Amerîkayê J.D. Vance, Nûnerê Taybet ê Koçka Spî Steve Witkoff û Wezîrê Derve yê Îranê Ebbas Eraqçî di peywendiyeke berdewam de bûye, da ku bikaribin berî bidawîhatina dema derfeta dawiyê ya Trump bigihin encamekê.
Tevî van bizavan, Tehranê helwesteke tund nîşan daye. Berpirsekî bilind ê Îranî ji Reutersê re ragihandiye ku, welatê wî bi tu awayan Tengava Hurmizê li beramberî agirbesteke demkî venake. Îran dibêje ku Waşinton tenê dixwaze demê bikuje û ji bo agirbesteke herdemî û giştgir ne amade ye. Tehranê tekez jî kiriye ku, ew di bin zext û derfetên diyarkirî de biryarê nade.
Raport amajeyê bi wê yekê dikin ku, şertekî giran ji bo Îranê di wê lihevkirina pêşniyarkirî de heye, ew jî destjêberdana bi yekcarî ye ji bizavên bidestxistina çekên atomî; li beramberî wê yekê Amerîka dê hemî cezayan rake û dê pereyên astengkirî yên Îranê azad bike.
Wî berpirsê Koçka Spî tekez jî kir ku, operasyona "Hêrsa Dastanî" ya li dijî pêgehên stratejîk ên Îranê berdewam e. Tê çaverêkirin ku Donald Trump li derengiya îro bi hûrgulî li ser paşeroja şer û helwesta dawiyê ya Amerîkayê li beranberî pêşniyaran daxuyaniyan bide.
Ev pêşveçûn di demekê de ne ku, cîhan bi nîgeranî li benda biryara yekalîker e ji ber ku tenê çend saetên kêm ji bo bidawîhatina derfetê Trump mane ji bo wêrankirina westgehên elektrîkê û pirên Îranê, eger lihevkirin neyê kirin.