Mucteba: Amerîka û Îsraîlê ji ber şikestina xwe pena biriye ber terorê

Mucteba Xaminêyî
Mucteba Xaminêyî

Navenda Nûçeyan (K24) - Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê terorkirina fermandarên Îranê wekî nîşana bêhêvîtî û şikestina Waşinton û Televîvê di rûbirûbûna meydanî de bi nav kir û tekez kir ku, tawanên bi vî rengî nikarin derzê bixin nav binyata pûlayî ya hêzên çekdar ên Îranê.

Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Mucteba Xaminêyî îro *Duşem, 6ê Nîsana 2026ê) peyamek belav kir û tê de kuştina fermandarekî bilind ê artêşa Pasdaran ji aliyê hêzên Amerîka û Îsraîlê ve piştrast kir.

Rêberê nû yê Îranê di peyama xwe de hevxemiya xwe ji bo kuştina Fermandarê Lîwa Mecîd Xadimî diyar kir, ku wek yek ji endamên bibandor û bêdeng ên civaka hewalgirî û ewlehiyê ya Îranê wesif kir.

General Xadimî, ku berpirsyariyeke bilind di nav Rêxistina Hewalgiriyê ya Artêşa Pasdaran de hebû, piştî gelek dehsalên karkirina nihênî di warên berevanî û hewalgirî de, di operasyonekê de hat kuştin.

Mucteba Xaminêyî di peyama xwe de ragihand ku ev teror nîşana bêhêvîtiya Amerîka û Îsraîlê ye û got: "Amerîkayî û Îsraîlî di şerê sepandî yê li dijî gelê Îranê de û di planên xwe yên şûm de rûbirûyî şikestinên li pey hev bûne, careke din pena biriye ber çekê xwe yê herdemî ku terorîzm e."

Rêberê Îranê tekez jî kir ku kuştina serkirdeyên wan ên serbazî tu derzekê naxe nav rêzên hêzên çekdar û îradeya cengawerên wan. Wî hêzên Îranê wekî bingeheke pûlayî wesif kirin û ragihand ku, "teror û tawan nikarin tu lengkirinekê di armancên wan ên cîhadî de çê bikin."

Ev jî di demekê e ye ku, Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026ê, bi hev re êrîşî Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, û di encamê de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û gelek serkirdeyên bilind ên Îranê hatin kuştin û kurê wî Mucteba Xamineyî li cihê wî hat destnîşankirin.

Di bersiva wê êrîşê de, Îranê jî êrîşî welatê Îsraîlê û cih û bingehên Amerîkayê li çend welatên deverê kir û heta niha jî êrîşên her ud aliyan berdewam in û hejmara kuştî û birîndaran û zirarên madî ber bi zêdebûnê ve ye.

Herêma Kurdistanê jî, û bi taybetî jî bajarê Hewlêrê, di vê çarçoveyê de çend caran keftiye ber êrîşên bi mûşek û dronan, lê hemî êrîşên asmanî yên Îranê ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve li Herêma Kurdistanê hatine şikandin.