Trump: Em dikarin Îranê di şevekê de wêran bikin û dibe şeveke din be

Donald Trump
Donald Trump

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump di konferanseke rojnamevaniyê de li Koçka Spî tundtirîn gefa leşkerî arasteyî Tehranê kir û ragihand ku, Amerîka dikare tenê di dema şevekê de tevahiya wî welatî wêran bike.

Trump tekez li ser derfeta xwe kir ku saet 22:00 ê Sêşemê bi dawî dibe û ragihand: "Tevahiya welatê Îranê dikare di şevekê de bê wêrankirin, û ew şev jî dibe ku şeveke din be." Wî tekez jî kir ku, roja Sêşemê dê bibe roja westgehên elektrîkê û piran. Hişyarî jî da ku, eger Tengava Hurmizê neyê vekirin, Îranî dê di nav dojexê de bijîn.

Serokê Amerîkayê yek ji mezintirîn operasyonên rizgarkirinê eşkere kir ku duhî hatibû kirin. Eşkere kir ku ji bo rizgarkirina efserê balafira F-15, ku 48 saetan di nav axa Îranê de xwe veşartibû, Amerîkayê 155 balafirên leşkerî bi kar anîne, ku ev bûn: 4 balafirên stratejîk, 64 balafirên şer, 48 tankerên sotemeniya asmanî û 13 balafirên rizgarkirinê.

Trump herwesa got, "Tu welatekî di cîhanê de çek û artêşên wekî ya me nînin, heta nêzîkî ya me jî nînin." Amaje bi wê yekê jî kir ku, 21 balafirên wan bi nizmiyeke zêde li asmanê Îranê firîne, bi awayekî ku ji aliyê Îraniyan ve bi guleyên tifengan hatine gulebarankirin, lê wan kariye bigihîjin armanca xwe.

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ragihand ku, hêzên çekdar ên welatê wî di dema 37 rojên borî de gurzên kemerşikên li jêrxaneya leşkerî û stratejîk a Îranê dane. Li gorî gotinên Trump, di dema wan 37 rojan de, hêzên asmanî yên Amerîkayê zêdetir ji 10 hezar êrîşên asmanî kirine Îranê. Di encama van geştên dijwar de, zêdetir ji 13 hezar armancan di nav axa Îranê de hatine armanckirin û hingaftin.

Serokê Amerîkayê tekez kir ku ev qebareya êrîş û çalakiyên leşkerî rekoreke dîrokî ye û di dîroka operasyonên asmanî yên serbazî yên cîhanê de mînakên wê nebûne. Ev daxuyanî nîşana wê yekê ye ku Amerîkayê tevahiya hêza xwe ya teknolojîk û leşkerî ji bo lengkirina şiyanên Tehranê bi kar aniye.

Trump di pêşveçûneke leşkerî de eşkere kir ku, ferman li hêzên wan hatiye kirin ku wan balafirên mezin û kevn ên ku ketine nav axa Îranê biteqînin. Wî got, "Me nedixwest tu kesek destê xwe bigihîne wê teknolojî û amûrên pêşkeftî yên dijî-balafiran, ku li ser wan balafirên mezin hebûn, loma me ew teqandin." Herwiha ragihand ku, piştre balafirên bileztir û siviktir li Îranê dada û karmendê wan veguhast.

Trump Îranî wekî "cengawerên jêhatî" û "mirovên tund" wesif kirin, lê tekez jî kir ku "ew niha ne wekî berî mehekê bihêz in." Serokê Amerîkayê herwesa got, "Bi dîtina min, ew niha qet ne bihêz in û li demeke nêzîk dê vê rastiyê bibînin."

Trump fi preke din a axaftina xwe de gef li wan kes û dezgehên medyayê kirin ên ku agahî li ser balafirvanê windabûyî belav kiribûn berî ku artêş ragihîne. Trump got, "Em dizanin kê ew agahî belva kirine; yan divê radest bikin an jî biçin zîndanê, ji ber ku ev mijareke girêdayî ewlehiya welatî ye."