Dijeterora Kurdistanê: Bi droneke Îranê du welatî li sînorê Hewlêrê şehîd bûn
Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Giştî ya Dijeterora Kurdistanê ragihand, di encama êrişeke dronî ya bombekirî de li gundekî ser bi parêzgeha Hewlêrê ve, du welatiyên sivîl ku hevjînên hev bûn, şehîd bûne.
Li gorî daxuyaniya Dijeterora Kurdistanê, îro 7ê Nîsanê di saet 00:15an de pêk hatiye. Droneke bombekirî ku "ji aliyê Îranê ve hatibû avêtin", rasterast li xaniyê welatiyekî li gundê Zergezewî yê ser bi nahiyeya Daraşekranê (Hewlêr) ketiye.
Dijeterora Kurdistanê aşkere kir, di encama vê êrişa asmanî de, du hevjînên bi navê Mûsa Enwer Resûl û Mujde Esed Hesen di nav mala xwe de şehîd bûne.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev celeb êriş "binpêkirina aşkere ya yasayên navdewletî ne û di asta tawana şer de ne."
Dijeterora Kurdistanê bi tundî êriş şermezar kir û ev yek wekî "karekî têkderane yê li dijî xelkê sivîl ê Herêma Kurdistanê" pênase kir.