Piştî 60 salan: Mafê welatîbûnê yê Kurdên Rojava vedigere
Qamişlo (K24) – Kurdên Rojavayê Kurdistanê yên ku di sala 1962an de bi neheqî mafê wan ê welatîbûnê hatibû standin, niha berê xwe didin navendên qeydkirinê, da ku nasnameyên xwe ji nû ve wergirin.
Ji sala 1962an û vir ve, bi hezaran Kurd li Sûriyê ji mafên xwe yên bingehîn hatibûn bêparkirin. Ji ber ku nasnameyên wan tune bûn, wan nedikarî di saziyên fermî de kar bikin, di zanîngehan de bixwînin û di nava welat de bi azadî bigerin. Ev rewş bû sedem ku Kurd li ser axa xwe wekî "biyanî" û bêmaf bijîn.
Niha li bajarên Rojavayê Kurdistanê navendên taybet hatine vekirin, da ku navên kesên "bênasname" werin tomarkirin. Welatî bi kelecaneke mezin berê xwe didin van navendan da ku piştî 60 salî bigihîjin belgeyên xwe yên fermî.
Rêveberê Karûbarên Sivîl Ebdela Ebdela derbarê vê pêvajoyê de da zanîn ku ew amadekariyan dikin da ku daxwazên welatiyan bi cih bînin û kêşeya nasnameyan bi temamî çareser bikin.
Ebdela Ebdela ji K24ê re got: “Ya girîng niha wergirtina nasnameyê ye, her tiştê ku welatî jê bêpar bû dê bistîne, nasname, paspor û kar, wekî hemû welatiyan. Bi hezarên salan li vir in, karê nifûsê dest pê kir, ev prose dê mehekê dirêj bike û heye dirêjtir bibe, eger hin welatî dereng bimînin.”
Welatiyên ku ji bo tomarkirina navên xwe hatibûn navendê, behsa êşa wan salên dirêj kirin. Welatiyek bi navê Mizgîn Hacî diyar kir, ji ber tunebûna nasnameyê wan di jiyana xwe de bi gelek astengiyan re rûbirû mane û got ku wergirtina nasnameyê ji bo wan destpêka jiyaneke nû ye.
Herwiha Necah Mihemed Xelef, welatiyeke din a ku ji nasnameyê hatibû bêparkirin, bal kişand ser neheqiya ku bi dehan salan li hemberî wan hatiye kirin û kêfxweşiya xwe anî ziman ku êdî ew ê jî wekî her mirovekî xwedî maf û nasname bin.
Tê çaverêkirin ku bi temamkirina vê pêvajoyê, yek ji mezintirîn birînên dîrokî yên Kurdên li Sûriyê were dermankirin û bi hezaran kes mafên xwe yên sivîl û siyasî dubare bi dest bixin.