Wezîrê Pêşmerge: Canê welatiyan û serweriya xaka me hêla sor e

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Pêşmerge yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Şoreş Îsmaîl êrişa dronî ya li ser gundekî Hewlêrê ku tê de Pêşmergeyek û hevjîna wî şehîd bûn bi tundî şermezar kir û bang li Bexdayê û civaka navdewletî kir ku xwedî helwesteke kiryarî bin.

Wezîrê Pêşmerge Şoreş Îsmaîl îro 7ê Nîsanê bi daxuyaniyekê ragihand, ew bi tundî wê "êrişa terorîstî" şermezar dikin, ku derengiya şeva borî bi rêya droneke bombekirî li ser gundê Zergezewî yê Hewlêrê pêk hatibû.

Wezîrê Pêşmerge aşkere kir, di encama vê "êrişa hovane" de, Pêşmergeyekî bi navê Mûsa Enwer Resûl ligel hevjîna xwe şehîd bûne. Wezaretê sersaxî ji bo malbat û kesûkarên şehîdan xwast û ev êriş wekî tawaneke li dijî mirovahiyê pênase kir.

Şoreş Îsmaîl di daxuyaniya xwe de bal kişand ser parastina serweriya xakê û got: "Canê welatiyan û serweriya xaka me hêla sor e. Em daxwaz ji Hikûmeta Federal a Iraqê û civaka navdewletî dikin ku li hemberî van tawanan bêdeng nemînin û ji bo parastina serweriya xaka Iraq û Herêma Kurdistanê helwesteke kiryarî nîşan bidin."

Wezîrê Pêşmerge herwiha destnîşan kir, armancgirtina sivîlan û binpêkirina hemû sînorên yasayî û mirovî, her weha binpêkirina serweriya xakê, "gefekî rasterast li ser asayîşa navçeyê ye."

Ev êrişa dronî îro berbeşê (00:15) li gundê Zergezewî yê ser bi parêzgeha Hewlêrê pêk hat û bû sedema şehîdbûna du hevjînan di nav mala xwe de.