Baroya Diyarbekirê: Çaresernebûna pirsa Kurd darazê dixe bin bandora siyasetê
Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzerên Baroya Diyarbekirê di Roja Prêzeran de balê dikêşin ser pirsgirêkên parêzeran û amaje dikin ku sedemek a zehmetbûna parêzeriyê çaresernebûna pirsa kurd e û bi vê yekê ve girêdayî jî bandora siyasetê ya li ser qada darazê ye. Mafnas tînin zimên ku civaka ku pergala hiquqê tê de nebe rastî gelek pirsgirêkên ciddî tê.
Bi boneya Roja Parêzeran Baroya Diyarbekirê li ber avahiya Dadgeha Diyarbekir çalakiyek lidar xist û derbarê pirsgirêk û daxwazên parêzeran de daxuyaniyek bo çapemeniyê hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat amajekirin ku parêzer di bin zext û zorên dijwar de hewl didin ku pîşeya xwe bidomînin û bal hate kêşan ku parêzer bo parastina mafan dixebitin lê parêzer bi xwe baş nayên parastin. Nûnerên parêzeran dibêjin divê parêzer ji ber pîşeya xwe rastî êrîş û zextan neyên.
Serokê Baroya Diyarbekirê Abdulkadîr Guleç ji K24ê re got: “Em mafên mirovan diparêzin, dema kesekî diparêzin ew nayê wê wateyê ku em fikir û nêrînên wî jî diparêzin, gelek caran em ji ber pîşeya xwe dibin hedef, civak me dixe dewsa kesên ku em parsatina wan dikin.”
Parêzer di roja parêzeran de balê dikêşin ku yek ji sedemên pirsgirêkên parêzeran li Tirkiyeyê çaresernebuna pirsa kurd e û bi vê yekê ve girêdayî jî destwerdana qada siyasetê ya li ser pêvajoya darazê ye.
Parêzer Rauf Çîçek dibêje: “Pirsa kurd ji ber ku hîn nehatiye çareserkirin di dema darazê de dimîne bin bandora qada siyasetê de , di dema darazê de parêzerên kurd rastî astengiyan tên tên, ev jî pirsgirêek a parêzerên kurd e”
Parêzer balê dikêşin ku hiquqê hîmê civakê ye û hîmê hiquqê jî parêzer in û dema parêzer baş neyên parastin û karê xwe bi awaeke azad nekin dê ev yek zirarê bie civakê jî.