7 mûşek li sektora enerjiyê ya Siûdiyê ketin
Navenda Nûçeyan (K24) – Şeva borî çend mûşekên balîstî ber bi navçeyên pîşesaziyê yên li rojhilatê Erebistana Siûdiyê ve hatin avêtin. Di encama êrişê de li kompleksa petrokîmyayê ya "SABIC"ê ya li bajarê Cubeylê agir ket û çûnahatina li ser pira navbera Siûdiye û Behreynê ji bo demekê hat rawestandin.
Wezareta Berevaniyê ya Siûdiyê îro 7ê Nîsanê bi daxuyaniyekê li ser hesabê xwe yê "X"ê piştrast kir, sîstemên wan ên berevaniyê karîne 7 mûşekên balîstî yên ku ber bi herêma Rojhilat ve hatibûn avêtin, têk bibin. Lê belê hat diyarkirin ku perçeyên mûşekên hatine rûxandin li derdora tesîsên enerjiyê ketine û bûne sedema şewatê.
Bajarê Cubeylê ku bûye armanca êrişan, yek ji mezintirîn navendên pîşesaziyê yên cîhanê ye. Li vê herêmê piranî polat, benzîn, berhemên petrokîmyayê û gubeyên kîmyewî tên hilberandin. Êrişa li ser kompleksa "SABIC"ê wekî derbeyekê li jêrxana aboriya Siûdiyê tê nirxandin.
Ji ber metirsiyên ewlehiyê, rayedarên Siûdiyê çûnûhatina li ser "Pira Şah Fehd" ku yekane rêya bejahî ya navbera Siûdiye û Behreynê ye, wekî tedbîreke xweparastinê ji bo çend saetan rawestandin. Piştî ku sîstemên agahdarkirina pêşwext rewşa aramiyê piştrast kirin, hatûçûna li ser pirê dîsa asayî bû.
Ev êriş piştî daxuyaniya Wezîrê Berevaniyê yê Îsraîlê Îsraîl Katz tê, ku ragihandibû wan li mezintirîn tesîsa petrokîmyayê ya Îranê ya li bajarê "Eselûyeyê" xistiye. Tê gumankirin ku êrişa li ser Siûdiyê bersiveke Îranê yan jî komên ser bi wê ve be.
Siûdiye, Îranê tawanbar dike ku jêrxana wê ya enerjiyê dike armanc. Ev rageşî di çarçoveya operasyona Amerîka û Îsraîlê ya li dijî Îranê de pêk tê ku ji 28ê Sibata borî ve dest pê kiriye. Tehranê berê gelek caran gef xwaribû ku ew ê wekî tolhildanê êrişî berjewendiyên Amerîkayê û welatên Kendavê bikin.