Li ber Konsulxaneya Îsraîlê ya li Stenbolê êrişek hat kirin: 3 kes gumanbar kuştin
Navenda Nûçeyan (K24) – Li ber avahiya ku Konsulxaneya Îsraîlê ya li Stenbolê, êrişeke çekdarî pêk hat. Di encama destêwerdana hêzên ewlehiyê de, 3 êrişkar hatin kuştin.
Li gorî medyayê Tirkiyeyê, îro 7ê Nîsanê li navçeya Beşîktaşê ya Stenbolê, li ber avahiya Konsulxaneya Îsraîlê dengê çekan bilind bû. Tavilê piştî bihîstina dengê çekan, hejmareke mezin a polîs û tîmên taybet gihîştin cihê bûyerê, derdora konsulxaneyê dorpêç kirin û tedbîrên ewlehiyê girtin.
Rêveberiya Ewlehiyê ya Stenbolê derbarê bûyerê de daxuyaniyeke belav kir û ragihand: "Hêzên me di cihê bûyerê de destêwerdan kirine û 3 kesên gumanbar hatine kuştin."
Heta niha saziyên ewlehiyê yên Tirkiyeyê derbarê nasnameya her sê kesên hatine kuştin û armanca êrişê de, ti agahiyên zêdetir parve nekirine. Hat diyarkirin ku lêkolînên tîmên polîsan li cihê bûyerê bi hûrgilî berdewam dikin.