Mesûd Barzanî: Îradeya gelê Kurdistanê ji hemû êriş û dronan bihêztir e
Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî bi peyameke tund êrişa dronî ya li ser gundê Zergezewî ya Hewlêrê şermezar kir û ragihand, şehîdkirina sivîlan ne mêrxasî ye û îradeya gelê Kurdistanê bi van êrişan naşikê.
Serok Mesûd Barzanî îro 7ê Nîsanê peyamek belav kir û tê de êrişa li ser gundê Zergezewî wekî "neheqî û zulm" pênase kir. Herwiha Serok Barzanî diyar kir ku ji ber "drona Îranî" du welatiyên bêguneh şehîd bûne û ev yek encama "kîneke kor" e.
Peyama Serok Barzanî:
Bi navê Xwedayê Mezin û Dilovan
Şeva borî dîsa êrişeke nerewa li ser Herêma Kurdistanê pêk hat, mixabin di encamê de du welatiyên bêguneh li gundê Zergezewî yê ser bi parêzgeha Hewlêrê ve, bi sedema drona Îranî şehîd bûn. Ev lûtkeya tawanbarî û zulmê ye; ku welatiyên bêguneh ên Kurdistanê bi vî awayî û bêyî ti hincetekê, dibin hedefa kîneke kor.
Şehîdbûna wan her du welatiyên bêguneh, dilê me hemûyan tije êş û xem kir. Ez sersaxiyê ji malbat û kesûkarên wan her du şehîdan re dixwazim. Xwedayê Mezin wan bi bihuşta berîn şad bike.
Şehîdkirina welatiyên sivîl ên Herêma Kurdistanê ti mêrxasî û serbilindî tê de nîne. Îradeya gelê Kurdistanê ji hemû êriş, pelamar û dronan bihêztir e û ti carî naşikê. Pişta gelê Kurdistanê bi Xwedê û rewayiya doza xwe qayîm e.