Îranê li dijî Donald Trump gilî tomar kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Nûnerê Daîmî yê Îranê li Neteweyên Yekgirtî, derbarê daxuyaniyên Serokê Amerîkayê Donald Trump ên li ser piştgiriya çekdarî ya bo komên opozîsyona Îranê, nameyek pêşkêşî Encûmena Asayişê kir û Washington bi "piştgirîkirina terorê" tawanbar kir.
Balyoz û Nûnerê Daîmî yê Îranê li Neteweyên Yekgirtî Emîr Saîd Îravanî di nameyeke fermî de ji bo Serokatiya Encûmena Asayişê, nerazîbûneke tund nîşanî daxuyaniyên dawî yên Donald Trump da. Îravanî diyar kir, Washington bi awayekî rasterast piştgiriya terorê li nav axa Îranê dike.
Di nameyê de bal hatiye kişandin ser hevpeyvîna Donald Trump a bi kanala "Fox News" re ku di 5ê Nîsana 2026an de hatibû weşandin. Trump di wê hevpeyvînê de bi eşkereyî ragihandibû ku: "Washingtonê di dema xwepêşandanên meha Çileya borî de, çek ji bo komên li Îranê dabîn kirine."
Balyozê Îranî tekez kir, ev daxuyanî "belgeya herî mezin û hinceta nayê redkirin" e ku Amerîkayê hewl daye xwepêşandanên aştiyane veguherîne tundûtûjî û xwînrijandinê.
Îran di nameya xwe destnîşan kir, çekdarkirina komên li ser axa dewleteke din, binpêkirina aşkere ya Peymanên Neteweyên Yekgirtî û yasayên navdewletî ye. Îravanî bal kişand ser biryarnameya 1373 ya Civata Ewlehiyê û got: "Her celeb piştgiriya madî û leşkerî ya ji bo komên tundrew, wekî 'piştgiriya dewletê ya ji bo terorê' tê hejmartin."
Di nameyê de hat ragihandin ku Amerîka berpirsyara hemû ziyanên canî û madî yên welatî û saziyên Îranê ye, ku di dema alozîyên Berçileya 2025 û Çileya 2026an de çêbûne.
Nûnerê Îranê ji Encûmena Asayişê daxwaz kir ku bi tundî van daxuyaniyên Trump şermezar bike û rê li ber kiryarên bi vî rengî bigire. Îravanî destnîşan kir ku nabe civaka navdewletî li hemberî reftarên ku piştgirî didin terorê bêdeng bimîne.