Amerîka û Îsraîlê êrişî girava Xargê û hejmarek pir û rêyên hesinî yên li Îranê kirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Artêşa Amerîka û Îsraîlê operasyoneke hevbeş a berfireh li dijî jêrxana stratejîk a Îranê dan destpêkirin. Di êrişên asmanî de gelek pir, rêyên hesinî û tesîsên leşkerî yên li girava Xargê hatin bombebarankirin.
Medyaya fermî ya Îranê îro 7ê Nîsanê ragihand, li gelek deverên welat êrişên giran pêk hatine. Cîgirê Parêzgarê Qumê Morteza Heyderî piştrast kir, pireke stratejîk a li bakurê bajêr ji aliyê firokeyên Amerîka û Îsraîlê ve hatiye rûxandin.
Li gorî zanyariyan, êrişan gelek xalên giring ên gihandinê li Îranê kirine armanc:
- Li bakurê rojavayê welat, pira li ser rêya bilez a Tebrîz-Zencanê hat bombebarankirin.
- Li navenda Îranê pira Yehyaabadê hat rûxandin.
- Hêlên hesinî li herêmên Kaşan, Xarg û Qezwînê bûn armanc.
- Di êrişa li ser pira rêya hesinî ya li Kaşanê de, hat ragihandina ku herî kêm 2 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Operasyona li girava Xargê: Amerîkayê bi tenê lê da
Hevdem ligel êrişên li ser piran, girava Xargê ya Îranê rastî pêleke giran a bombebaranê hat. Berpirsekî Amerîkî ji malpera "Axios" re ragihand, artêşa Amerîkayê li girava Xargê êrişî çend armancên leşkerî kiriye. Tora "Fox News" jî diyar kir, ev operasyona li ser giravê tenê ji aliyê Amerîkayê ve hatiye kirin û Îsraîl tê de beşdar nebûye. Armancên hatine lêdan; stasyoneke radarê, depoyên çek û teqemeniyan in.
Ji aliyê din ve, Amerîkayê ragihand ku ew di rûxandina rêyên hesinî de ne beşdar in û ew êriş ji aliyê Îsraîlê ve hatine encamdan.
Moleta Trump: Heta nîvê şevê dem heye
Ev pêla êrişan di demekê de tê ku Serokê Amerîkayê Donald Trump roja Duşemê hişyariyên xwe tundtir kiribûn. Trump gef xwaribû ku heta nîvê şeva Sêşemê, eger Îran daxwazên wan qebûl neke, ew ê hemû jêrxana stratejîk a Îranê, bi taybetî pir û westgehên elektrîkê jinav bibin.
Trump tekez kiribû, ew naxwaze bijardeya leşkerî bi kar bîne û pê xweş e ku bi rêya dîplomasiyê bigihîjin encamê, lê ji bo "parastina berjewendiyên Amerîkayê" ew ê di rûxandina jêrxana Îranê de dudil nebin.