Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî zarokên her du şehîdên Hewlêrê dixe bin parastina xwe

Navenda Nûçeyan (K24) – Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî (BCF) ragihand, ew ê hemû lêçûn û pêdiviyên jiyanê yên her du zarokên sêwî yên ku dê û bavê wan di êrişa dronî ya li gundê Zergezewî de şehîd bûbûn, bigirin ser xwe.

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî îro 7ê Nîsanê bi daxuyaniyekê êrişa dronî ya li ser gundê Zergezewî ya Hewlêrê şermezar kir, ku tê de hevjînên bi navên Mûsa û Mujde di nav mala xwe de şehîd bûbûn. Dezgehê ragihand, her du zarokên wan ên bi navê Melîn û Dilîn ku niha ji dê û bavê xwe bêpar mane, xistine bin sîwana projeya "Azîzan".

Dezgeha Barzanî wekî erkekî mirovî û neteweyî çend biryarên giring ji bo paşeroja her du zarokan dan:

- Wergirtina di projeya Azîzan de: Melîn û Dilîn bi awayekî mayînde di projeya "Azîzan" (ya taybet bi sêwiyan) de cih girtin.

- Dabînkirina lêçûnên jiyanê: Dezgeha Barzanî berpirsyariya hemû lêçûnên jiyan û xwedîkirina wan girt ser milê xwe.

- Piştgiriya perwerde û tenduristiyê: Hemû pêdiviyên wan ên xwendin û tenduristiyê dê ji aliyê dezgehê ve werin dabînkirin heta ku ew digihîjin temenê serbixwebûnê.

Di dawiya daxuyaniyê de Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî tekez kir, ew ê her tim wekî sîwaneke mihreban li cem kesên lêqewimî bin û got: "Em nahêlin zarokên vê niştimanê piştî windakirina dê û bavê xwe, hîsa tenêtiyê û bêderetaniyê bikin."

Îro danê di encama êrişeke dronî de li parêzgeha Hewlêrê, Mûsa Enwer Resûl û hevjîna wî Mujde Esed Hesen şehîd bûbûn û her du zarokên wan Melîn û Dilîn bi tenê mabûn.