Pêşmergeyekî birîndar ê êrîşa li ser Soranê şehîd bû

Weysî Axir Seîd Şêrwanî
Weysî Axir Seîd Şêrwanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku, îro (Sêşem, 07ê Nîsana 2026an) birîndarekî din ê êrîşa bi mûşekan a Îranê li ser bingeheke hêzên Pêşmergeyan li sînorê Soranê, piştî 15 rojan li nexweşxaneyeke Hewlêrê ji ber giraniya birîna xwe gihîşt pileya bilind û pîroz a şehîdbûnê.

Li gorî wê daxuyaniyê, navê wî Pêşmergeyî Weysî Axir Seîd Şêrwanî ye û girêdayî Firqeya Pêncê ya Peyade ya Fermandariya Devera Yekê ya girêdayî Wezareta Pêşmerge bû.

Wezareta Pêşmerge eşkere jî kir, "Tevî diyarkirina hevxemiya xwe ji bo malbata serbilind a şehîdan û tevahiya xelkê Kurdistanê, em careke din bi tundî wan êrîşên nerewa yên ku li ser hêzên Pêşmergeyan û xelkê sivîl ê Herêma Kurdistanê tên kirin şermezar dikin."

Li serê sibeha roja Sêşemê, 24ê Adara 2026ê, du êrîşên cuda bi şeş mûşekên balîstîk ên Îranî li ser bingeheke Firqeya Heftê ya Peyade ya Devera Yekê û hêzeke Firqeya Pêncê ya Peyade ya hêzên Pêşmergeyan li sînorê Soranê hatin kirin.

Di wê rojê de û di encama wan êrîşan de, şeş Pêşmerge şehîd bûn û 30 Pêşmergeyên din jî birîndar bûn, lê îro yek ji wan Pêşmergeyên birîndar jî gihîşt karwanê pîroz ê şehîdên Kurdistanê.