Mesrûr Barzanî sersaxiyê ji malbata Weysî Axir Seîd re dixwaze
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê sersaxiyê ji malbata Weysî Axir Seîd re dixwaze.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Sêşem, 07ê Nîsana 2026ê) peyamek belav kir û tê de sersaxî ji malbata Weysî Axir Seîd re xwest û hevxemiya xwe ji wan re diyar kir.
Peyama Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê:
Ez ji dil sersaxiyê ji malbat û kesûkarên Pêşmergeyê qehreman Weysî Axir Seîd Şêrwanî re dixwazim, ku yek ji birîndarên êrîşa nerewa ya bi mûşekan a Îranê li ser Pêşmergeyan li devera Soranê bû û bi mixabiniyeke mezin ve îro şehîd bû.
Xudayê mezin canê wî bi bihiştê şa bike û sebir û hedarê bide kesûkar, hevalên wî û me hemûyan.