Îranê droneke nû ya bombekirî bi kar anî

Navenda Nûçeyan (K24) - Artêşa Pasdaran a Îranê ji bo cara yekê di êrîşên li ser Îsraîl, Amerîka û deverê de droneke nû ya bombekirî bi navê "Hedîd 110" bi kar tîne.

Koma medyayî ya artêşa Pasdaran a Îranê di tora civakî ya Telegramê de vîdyoya awayê girêdan û amadekirin û piştre avêtina drona nû belav kiriye û nivîsandiye, "Drona wekî birûskan a bombekirî 'Hedîd 110' ji aliyê yekîneya hêzên avêtina dronan ve, bi dirûşma Fatîmaya keça Pêxemberê Îslamê, arasteyî dijminên destdirêjker ên Amerîkayî û Îsraîlî hatiye kirin."

Amaje bi wê yekê jî daye ku, ev drona nû, ji bilî Hedîd 110 bi navê Dalaho jî tê naskirin û berhemê herî nû yê pîşesaziya Komara Îslamî ya Îranê ye. Ev dron bi motora jet kar dike û dibe parek ji pêla êrîş û operasyonên Soza Rastgoyî.

Taybetmendiyên Teknîkî yên Drona Hedîd 110ê:

Dîzayn: Li ser awayê balafirên "Reşe" (Stealth/Ghost) hatiye çêkirin.
Hêza Hilgirtinê: Dikare serikeke 30 kîlogram a teqemeniyan hilgire.
Dema Firînê: Dikare yek saetê li asman bimîne.
Lez: Leza wê di yek saetê de digihîje 510 kîlometreyan.
Bilindahiya Firînê: Heta 30 hezar pêyan (9144 metre) bilind dibe.
Ev dron di çarçoveya manora "Rûbirûbûna Terorê" de li sînorê parêzgeha Urmiyê, di Sibata sala 2025ê de hatibû ceribandin. Di wê manorê de tevî hêzên Îranê, hejmareke hêzên Bîlarûs, Hindistan, Çîn, Pakistan, Kazakistan, Qirqizistan, Rûsya, Tacîkistan û Ozbekistanê jî tevlî wê bûbûn.