Herêma Kurdistanê nameyeke nerazîbûnê radestî Konsulxaneya Îranê kir
Navenda Nûçeyan (K24) - Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi rengekî fermî nerazîbûn û nîgeraniya xwe gihand Konsulxaneya Giştî ya Komara Îslamî ya Îranê li Hewlêrê.
Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro (Sêşem, 7ê Nîsana 2026ê) ragihand ku, nameyeke fermî ya nerazîbûn û nîgeraniyê radestî Konsulxaneya Giştî ya Komara Îslamî ya Îranê li Hewlêrê kiriye.
Ev helwesta Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştî wê yekê tê ku, Konsulê Giştî yê Komara Îslamî ya Îranê li Silêmaniyê hejmareke daxuyanî û gefan arasteyî xelk û qewareya destûrî û siyasî ya Herêma Kurdistanê kiriye.
Di wê nameya nerazîbûnê de, Hikûmeta Herêma Kurdistanê nîgeraniya xwe ya zêde li hember wî awayê ziman gihand û amaje bi wê yekê kir ku, ev awayê gefan xizmeta peywendiyên dîplomatîk û bingehên cîrantiyê nakin.