Mesrûr Barzanî: Bêyî hincet êrîşî xelkê bêguneh ê Kurdistanê hat kirin
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, “Careke din bê hincet êrîşî xelkê bêguneh ê Herêma Kurdistanê hat kirin. Du hevjîn şehîd bûn ku ji bo me hemiyan mixabin e; em sersaxiyê ji Cenabê Serok Barzanî û hemî xelkê Kurdistanê dikin."
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Sêşem, 07ê Nîsana 2026ê) li gundê Zergezewiyê tevlî behiya her du şehîdan Mûsa Enwer û Mujde Eshed bû, ku îro di êrîşeke bi dronan a Îranê de şehîd bûn.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê sersaxî ji malbat û kesûkarên wan her du şehîdan re xwest û hevxemiya xwe ji wan re diyar kir.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê paştir konferanseke rojnamevaniyê li dar xist û tê de got: "Careke din bê hincet êrîşî xelkê bêguneh ê Herêma Kurdistanê hat kirin. Du hevjîn şehîd bûn ku ji bo me hemiyan mixabin e; em sersaxiyê ji Cenabê Serok Barzanî û hemî xelkê Kurdistanê dikin."
Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekez jî kir, “Ev gelek car in bêyî sedem û hincet êrîşî Herêma Kurdistanê tê kirin. Bi piştrastî ve, ewê destê wî bi xwîna gelê me sor be, dûr be yan nêzîk, dê bigihîje cezayê xwe. Em dê li ser rêbaza şehîdên xwe ji bo azadî û serbilindiya gelê xwe û ji bo parastina ax û welatê xwe berdewam bin."
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji aliyekî din ve jî spasiya xelkê Herêma Kurdistanê jî kir û got, “Em spasiya bêhnfirehî û hevkariya xelkê Herêma Kurdistanê dikin. Em hêvîdar in ev şer û alozî ber bi dawiyê ve biçin û xelkê me bigihîje hêviyên xwe yên kevin."
Mesrûr Barzanî tekez jî kir, “Mixabin hikûmeta federal tu pêngaveke kiryarkî ji bo rawestandina wan êrîşên li ser Herêma Kurdistanê neavêtiye, ku berpirsyariya mezin dikeve ser milê hikûmeta federal ji bo rawestandina van êrîşên teroristî.”