Frakisyona PDKê û Emar Hekîm xetera êrîşan li ser Herêma Kurdistanê nîqaş dikin

Navenda Nûçeyan (K24) - Şandeke Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Encûmena Nûnerên Iraqê ligel Serokê Tevgera Hîkmeyê ya Neteweyî ya Iraqê civiya. Mijara sereke ya wê hevdîtinê girêdayî xetera berdewamiya êrîşên nerewa yên li ser Herêma Kurdistanê û zirarên canî yên welatiyên sivîl bû.

Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Encûmena Nûnerên Iraqê îro (Sêşem, 7ê Nîsana 2026ê) ragihand: “Berdewamiya êrîşên nerewa li ser Herêma Kurdistanê û pirsa şehîdbûn û birîndarbûna welatiyên sivîl para sereke ya hevdîtina şandeke Fraksiyona PDKê ligel Serokê Tevgera Hîkmeyê ya Neteweyî ya Iraqê Emar Hekîm bû.”

Fraksiyona PDKê amaje jî da, “Di wê hevdîtinê de, ku bi serokatiya serokê wê fraksiyonê Şaxewan Ebdila û amadebûna endamên wê fraksiyonê li Encûmena Nûnerên Iraqê bi rê ve çû, bi hûrgulî behsa encamên xeter ên wan êrîşan hat kirin.”

Herwesa tekez li ser parastina canê welatiyan û serweriya Iraqê jî hat kirin, herwesa guhertinên dawiyê yên siyasî li Iraq û deverê û girîngiya diyalogê ji bo çespandina tenahiyê jî mijarên pareke din a nîqaşên her du aliyan bûn.