Netanyahu: Me xetên trênê û pirên stratejîk ên Îranê wêran kirine
Navenda Nûçeyan (K24) - Benjamin Netanyahu ragihand ku, hêzên wan ew jêrxaneyên stratejîk ên Îranê kirine armanc ên ku artêşa Pasdaran ji bo meremên leşkerî bi kar tîne. Berpirsên Îranî jî piştrast dikin ku, zirareke zêde gihîştiye pir û xetên trênê yên welatê wan.
Serokwezîrê Israîlê Benjamin Netanyahu îro (Sêşem, 7ê Nîsana 2026ê) di peyameke vîdyoyî de, ku ji aliyê nivîsîngeha wî ve hat belavkirin, ragihand: "Em bi hêzeke zêdetir û pêşketî mijûlî şkandina Îranê ne. Me duhî balafira veguhastinê û bi dehan helîkopter pûç kirin, îro jî me xetên trênê û ew pirên ku ji aliyê artêşa Pasdaran ve dihatin bikaranîn hingaftin."
Serokwezîrê Îsraîlê tekez li ser wê yekê jî kir ku, welatê wî ji niha û pê ve bi awayekî "cidîtir û bi hêzeke zêdetir" dê li dijî gefên Îranê tevbigere.
Ji aliyekî din ve jî berpirsên Komara Îslamî ya Îranê amaje bi wê yekê kiriye ku, ji ber êrîşan herî kêm du pirên stratejîk û jêrxaneya xetên trênê û rêyeke sereke ya veguhastinê li wî welatî zirar dîtine û ji kar ketine.
Ev guhertin di demekê de ne ku, alozîyên di navbera Televîv û Tehranê de gihîştine asta herî bilind û Îsraîl bi eşkereyî behsa stratejîya xwe ya nû ji bo lêdana rasterast a hundirê Îranê û lawazkirina şiyanên artêşa Pasdaran dike.