‘Berxwedana Îslamî ya li Iraqê’ hemû êrişên xwe bi 2 hefteyan rawestandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Grûpa ku xwe wekî "Berxwedana Îslamî ya li Iraqê" binav dike û gelek grûpên çekdar ên di bin sîwana wan de, bi awayekî fermî rawestandina hemû êrişên xwe yên li Iraq û navçeyê ragihand.

Di daxuyaniya ku ji aliyê çarçoveya grûpên çekdar ve hatî belavkirin de, hat diyarkirin ku biryara rawestandina çalakiyên leşkerî ji bo maweyê du hefteyan (14 roj) e. Grûpê derbarê hûrgiliyên vê biryarê û sînorên cîbicîkirina wê de, agahiyên zêdetir parve nekirin.

Ev biryara grûpên çekdar ên Iraqî piştî nûçeyên gihîştina rêkeftineke agirbestê ya demkî di navbera Amerîka û Îranê de hat. Ew rêkeftina ku bi navbeynkariya Pakîstanê pêk hatiye, ji bo 15 rojan e û her du alî li ser rawestandina êrişan û vekirina Tengava Hurmizê lihev kirine.

Hevdem ligel vê pêşketinê, li gorî hinek raporên medyayî, Îsraîlê jî razîbûna xwe nîşan daye ku gavên ji bo kêmkirina rageşiya li navçeyê û aramkirina rewşê pêwîst biavêje.

Tê çaverêkirin ku ev agirbesta du hefteyan bibe derfetek ji bo danûstandinên kûrtir û rê li ber şerekî mezin ê navçeyê bigire.