Guterres pêşwazî li agirbesta navbera Amerîka û Îranê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî (NY) Antonio Guterres bi daxuyaniyekê pêşwazî li ragihandina agirbesta du hefteyan a di navbera Amerîka û Îranê de kir.

Antonio Guterres Îro 8ê Nîsanê di peyama xwe de, spasiya hewildanên berdewam ên Pakîstanê û hemû welatên din kir, ku di navbeynkarî û hêsankirina proseya gihîştina vê rêkeftina agirbestê de xwedî roleke bandorker bûn.

Sekreterê Giştî yê NYê destnîşan kir, ev agirbest wekî "derfeteke zêrîn" tê dîtin, da ku rageşiya leşkerî li herêmê kêm bibe û zemîneyeke guncav ji bo danûstandinên siyasî û aramiya navçeyê were amadekirin.

Donald Trump îro 8ê Nîsanê li ser hesabê xwe yê tora civakî "Truth Social" ragihand, bi daxwaza Serokwezîrê Pakîstanê Şehbaz Şerîf, wî êrişên leşkerî yên ku biryar bû "şeva borî" bihatana destpêkirin, paş xistine.

Ev agirbesta ku ji bo heyama 14 rojan hatiye ragihandin, wekî pêngaveke girîng ji bo dûrxistina metirsiya şerekî berfireh li Rojhilata Navîn tê nirxandin.