Medyaya fermî ya Îranê: Mojtaba fermana rawestandina şer da

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Mucteba Xamineyî, ferman da hemû hêzên çekdar ên welatê xwe ku bi awayekî yekser hemû êriş û çalakiyên leşkerî yên li dijî Îsraîl û welatên Rojhilata Navîn rawestînin.

Li gorî ajansa fermî ya Îranê "Seda û Sîma" (IRIB) ku îro Çarşemê, 8ê Nîsana 2026an hatiye weşandin; Rêberê Bilind Mucteba Xamineyî fermaneke fermî ji bo Artêşa Îranê û Supaya Pasdarên a Şoreşa Îslamî derxistiye. 

Di daxuyaniya fermanê de hat diyarkirin ku divê hemû çalakiyên leşkerî yên derveyî werin sekinandin û her cure gulebaran an avêtina mûşekan ber bi armancên dervayî ve were rawestandin. Ev ferman hemû hêzên bejayî, asmanî û deryayî yên Îranê li herêmê li ber xwe digire.

Ev biryara Tehranê tenê çend saetan piştî wê yekê hat ku Washington û Tehran bi navbeynkariya Pakîstanê li ser agirbesteke du hefteyan (14 roj) lihev kirin.

Tê çaverêkirin ku bi vê fermana dawî, rageşiya leşkerî ya li navçeyê bi awayekî berbiçav kêm bibe û zemînek ji bo danûstandinên dîplomatîk ên di nava her du hefteyên bê de were amadekirin.