Malpera Ynet: Rêkeftina navbera Amerîka û Îranê, Îsraîl û Hizbulahê jî li xwe digire

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî ragihandina agirbesta du hefteyan a di navbera Amerîka û Îranê de, Îsraîlê mercên xwe eşkere kirin. Di heman demê de hat ragihandina ku roja Înê danûstandinên fermî li Îslamabadê dest pê dikin.

Nivîsgeha Serokwezîrê Îsraîlê bi daxuyaniyekê ragihand, ew piştgiriyê didin biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump a ji bo sekinandina êrişên li ser Îranê bo heyama du hefteyan. Lê belê Îsraîlê ji bo berdewamiya vê agirbestê du mercên sereke danîn:

1- Divê Îran bi awayekî yekser rêyên deryayî û tengavên navdewletî veke.

2- Divê hemû cure êrişên li ser Amerîka, Îsraîl û welatên navçeyê tavilê werin rawestandin.

Libnan di nav agirbestê de ye yan na?

Li gorî malpera Îsraîlî "Ynet", agirbesta ku Trump ragihandiye, şerê navbera Îsraîl û Hizbulaha Libnanê jî li xwe digire. Malperê got, li gorî rêkeftinê, dê her du alî li Libnanê êrişên xwe rawestînin û di berdêla wê de Îran Tengava Hurmizê veke.

Lê belê, Nivîsgeha Serokwezîrê Îsraîlê di daxuyaniya xwe de xaleke giring ronî kir û diyar kir, ev sekinandina êrişan tenê peywendiya wê bi Îranê re heye û Libnanê li xwe nagire.

Civîna li Îslamabadê

Ji aliyê din ve, Encûmena Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê ragihand, tîmên wan roja Înê, 10ê Nîsana 2026an, li Îslamabada paytexta Pakîstanê bi nûnerên Amerîkayê re rûdinin. Tehranê diyar kir, armanca wan ew e ku di nava van her du hefteyan de bigihîjin rêkeftineke dawî û agirbesteke mayînde cîbicî bikin.

Armanca Amerîka û Îsraîlê ya hevbeş

Nivîsgeha Serokwezîrê Îsraîlê tekez kir, ew bi Amerîkayê re hevnêrîn in da ku rê li ber metirsiya atomî, mûşekî û piştgiriya Îranê ya ji bo terorê were girtin. Hat ragihandin, Amerîkayê soza parastina berjewendiyên Îsraîl û hevpeymanên xwe yên Ereb di danûstandinên bi Îranê re daye.