Geştên asmanî yên Kurdistan û Iraqê dest pê dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Desteya Firokevaniya Sivîl a Iraqê ragihand, asmanê welat û hemû firokxane bi awayekî fermî li pêşiya geştên asmanî hatine vekirin. Ev biryar piştî agirbesta di navbera Amerîka û Îranê de hat girtin.

Desteya Firokevaniya Sivîl a Iraqê îro 8ê Nîsanê bi daxuyaniyekê aşkere, ku piştî sekinandina şer, asmanê welat ji bo çûnûhatina firokeyan ewle ye û hemû firokxaneyên Iraqê dest bi xebatên xwe yên asayî dikin. Ji ber şerê navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê, zêdetirî mehekê bû ku geştên asmanî hatibûn rawestandin.

Rêveberê Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê Ehmed Hoşyar, di daxuyaniyeke taybet de ji bo Kurdistan24ê ragihand ku piştî biryara vekirina asmanê Iraqê, wan hemû amadekariyên xwe temam kirine.

Hoşyar diyar kir, Firokxaneya Hewlêrê bi temamî amade ye ji bo pêşwazîkirin û birêkirina geştan û got: "Niha em mijûlî birêkûpêkkirina hûrgiliyên geştên çûn û hatinê yên bi welatên derve re ne. Di nêzîktirîn dem de, di bin çavdêriya Desteya Firokevaniya Sivîl de, geştên me bi awayekî asayî dest pê dikin."

Ji 28ê Sibata borî ve, ji ber şer û operasyonên leşkerî yên di navbera Amerîka, Îsraîl û Îranê de, asmanê Iraqê ji bo êrişên mûşekî û dronî dihat bikaranîn. Ji bo parastina canê geştiyaran û selametiya asmanî, rayedarên Iraqê biryara girtina hemû firokxaneyan dabû.

Ev pêngava asayîkirina trafîka asmanî piştî wê yekê hat, îro berbangê bi navbeynkariya Pakîstanê, agirbesteke 14 rojî di navbera Washington û Tehranê de ket warê cibicîkirinê. Biryar e roja Înê jî her du welat li Îslamabadê li ser maseya danûstandinan rûnin.