Berhemanîna kehrebe û gaza siruştî li Herêma Kurdistanê asayî dibe

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî rawestandineke demkî ji ber rewşa ewlehiyê ya navçeyê, kêlgeha gazê ya Kormorê dubare dest bi berhemanînê kir. Tê çaverêkirin ku di nava 12 saetan de, saetên dana kehrebeya nîştimanî li Herêma Kurdistanê asayî bibin.

Jêderekî ji Wezareta Kehrebeyê û Samanên Sirûştî ya Herêma Kurdistanê îro 8ê Nîsanê ji Kurdistan24ê re ragihand, kompanyaya "Dana Gas" li kêlgeha Kormorê dest bi berhemanîna gazê kiriye.

Heman jêderî diyar kir, proseya berhemhênanê qonax bi qonax ber bi bilindbûnê ve diçe. Bi vî awayî birê gaza ku ji bo westgehên berhemhênana kehrebeyê tê şandin zêde dibe, ku ev yek dê bibe sedema zêdebûna saetên kehrebeyê ji bo welatiyan. Tê pêşbînîkirin ku heta 12 saetên din rewş bi temamî vegere asta xwe ya asayî.

Piştî destpêkirina şerê li dijî Îranê, kompanyaya Dana Gasê wekî tedbîreke xweparastinê, berhemanîna gazê li kêlgeha Kormorê rawestandibû. Vê biryarê rasterast bandor li saetên dana kehrebeya nîştimanî kiribû û herweha li Herêma Kurdistanê qeyraneke gaza şil a malan derketibû.

Kormor: Dilê enerjiya Herêma Kurdistanê

Kêlgeha Kormorê ku li devera Çemçemalê ye, mezintirîn kêlgeha gazê ye li Herêma Kurdistanê û Iraqê. Kêlgeh ji aliyê konsorsiyûma "Pearl Petroleum" bi serokatiya Dana Gas û Crescent Petroleum ve, tê birêvebirin.

Beriya ku karên wê werin rawestandin, kêlgehê rojane nêzîkî 500 mîlyon pê sêcar gaza siruştî berhem dianî. Ev gaz ji bo dabînkirina sotemeniya westgehên kehrebeyê yên Hewlêr, Çemçemal û Baziyanê tê bikaranîn. Herwiha rojane zêdetirî 1000 ton gaza şil a malan (LPG) li wir dihat berhemanîn.

Kêlgeha Kormorê di salên dawî de gelek caran rastî êrişên mûşekî û dronî hatiye, lewma kompanya di dema rûdana aloziyên leşkerî de, ji bo parastina canê karmendan, car bi car karên xwe bi awayekî demkî radiwestîne.