Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li agirbesta navbera Amerîka û Îranê kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li ragihandina agirbesta 14 rojî ya di navbera Amerîka û Îranê de kir û hêvî xwast ku ev pêngav bibe destpêka aramî û aştiyeke mayînde li herêmê.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 8ê Nîsanê di peyameke li ser tora civakî "X"ê de ragihand, ew piştgiriyê dide agirbesta di navbera Amerîka û Îranê de.
Nêçîrvan Barzanî destnîşan kir, ev pêşketin ji bo kêmkirina rageşiya leşkerî û parastina canê welatiyên sivîl, gaveke pir girîng e. Herwiha diyar kir, agirbest dê rê li ber "diyalogeke avaker" li navçeyê veke û spasiya hemû aliyên ku di navbeynkariya vê rêkeftinê de rol girtine, kir.
Serokê Herêma Kurdistanê di dawiya peyama xwe de hêvî xwast ku hemû alî bi niyeta pak pabendî agirbestê bin û bi hev re kar bikin da ku "aştî, ewlehî û bextewarî li seranserî navçeyê were mîsogerkirin."
Agirbesta 14 rojî û danûstandinên Îslamabadê
Agirbesta dualî îro Çarşemê saet 03:00an bi fermî ket warê cibicîkirinê. Li gorî agahiyan, biryar e roja Înê bi navbeynkariya Pakistanê li Îslamabadê danûstandinên rasterast di navbera nûnerên Washington û Tehranê de dest pê bikin, da ku rêkeftineke aştiyê ya demdirêj were îmzekirin.
Şerê navbera Îran û Amerîka-Îsraîlê ku di 28ê Sibatê de dest pê kiribû, 40 rojan berdewam kir. Ji ber girtina Tengava Hurmizê krîzeke aborî derketibû holê, lê bi ragihandina agirbestê re borsayên cîhanê geş bûn û bihayê petrolê bi awayekî berbiçav daket.